Tenduristiya gel ne xema rayedaran e!

Li Bedlîsê, bi hezaran kes ji ber ku zikê wan diêşiya, mehdê wan dixeliya, verdişiyan û nava wan diçû, îsal çûn nexweşxaneyan. Doktor Fatîh Şanli got, tenduristiya gel ji nedîtî ve tê.

Li Bedlîsê, bi hezaran kes ji ber ku zikê wan diêşiya, mehdê wan dixeliya, verdişiyan û nava wan diçû, îsal çûn nexweşxaneyan. Ev nexweşiyên ku hre sal mehên navîn derd dibin, balkêş e ku van du salên dawî zêde bûne. Li Bedlîsê rojane nêzî 100 kes ji ber heman êş û nexweşiyê diçin nexweşxaneyê. Çend ji sedemên vê rewşê ew e, ku li bajar û navçeyên Kurdistanê bingeha ava kanalîzasyonê û sîstema bermahiyan bi başî û têrkerî nehatiye danîn. Tevî van nexweşiyan jî saziyên cemaweriyê û rêveberiyên herêmî tedbîrên xurt nagirin.

DOKTOR ŞANLI: RAYEDAR NEÇAR IN BI LEZ Û BEZ LI HEV BICIVIN

Rêveberê Odeya Tabîban a Bedlîsê Doktor Osman Fatîh Şanli li ser pirsgirêkên tenduristiyê ji ANF'ê re axivî û got, "Mijar pirsgirêka tenduristiyê ya gel e û ne bûyereke ku nayê zanîn, ya jî pêşî nikare lê bê girtin. Her sal ev pirsgirêkên tenduristiyê rû didin. Rayedarên Walîtî, Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr, Serokatiyên Şaredariyan, Odeya Tabîban, Navendên Komî yên Bicihbûnê û saziyên din ên pêwendîdar divê li ser mijarê bi lez û bez bicivin." Me xwest li ser mijarê bi rayedarên Midûriyeta Tenduristiya Gel a Bedlîsê re biaxivin, lê rayedaran gotin ku ew nikarin daxuyaniyê bidin.