Temellî: Tirkiye ketiye krîzeke giran

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got Erdogan ji sibehê heta êvarî dijminatiyê li gel dike û diyar kir Tirkiye di nav krîzeke giran de ye.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civînê de, ya ku partiya wî lê  Danezana Hilbijartinê ya Amedê ragihandî, axivî.

Temellî bal kişande gotinên bi kîn û nefretê yên Erdogan ku di mîtîngan de bi sînevizyonan nûnerên HDP'ê dide temaşekirin û got, ''Li şûna ku di sînevizyonan de me nîşan bidî, hinekî li axaftinên xwe yên sala 2014'an binere.''

'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM AZADIYÊ DIXWAZIN'

Temellî got li dijî faşîzmê ew dibêjin demokrasî, azadî û ji cih ve rêveberin, tim partiya wan û ew ji hêla Erdogan û desthilatdarê ve hedef têne nîşandan û got, ''Gelên Tirkiyê li Serokkomar digerin lê wî nabînin. Ji ber ku Serokkomarê vî welatî sibehê bi gotinên nefretê çavê xwe vedike û êvarî bi gotinên nefretê digire.''

'JI 20 MILYON KURD RE DIBÊJE, 'BICEHIMIN'

Temellî gotinên Erdogan ên derbarê Kurdan de bi bîr xist û got, ''Ji 20 milyon Kurd re ku li vî welatî dijîn, dibêje, ''bicehimin''. Terorîst dibêje, Her cure sûcdariye dike, piştre dibêje ''min tiştekî wiha negotiye''. Li şûna ku di vîdeoyan de me nîşan bidî, hinekî gotinên xwe nîşan bide. Mînak, sala 2014'an nîşan bide.''

'BI DEMOKRASIYÊ EM DIKARIN HEQ JI KRÎZÊ DERKEVIN'

Temelî bi berdewamî got di hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê de ew ê zêdetir şaredariyan bi dest bixin, diyar kir têkoşîna wan a demokrasiya xwecih li ser sê lingan wê ava bike, niha ev sê ling jî li Tirkiyê ketine nav krîzeke giran. Temellî got ji xwecih dest pê dike ku heq ji krîzan derkevin û got bi demokrasiya xwecih ew dikarin heq ji krîzan derkevin.