Temellî serdana Guvenê kir

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî çû serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 124 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Temellî got, pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê edalet e.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û heyeta pêre serdana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 124 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, kir. Temellî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ya Leyla Guven hevdîtin bi Guven re nekir û ji keça wê Sabîha Temîzkan agahî wergirt.

Temellî piştî serdanê daxuyaniyek da çapemeniyê, têkildarî Leyla Guven û grevên birçîbûnê wiha got; “Îro çalakiya Leyla Guven di roja 124’an de ye. 4 meh li pey xwe hişt. Di nava 4 salan de tiştên ji roja destpêkê heta niha dubare kir. Tiştekî vekirî me îfade kir; Dema Leyla Guven dest bi çalakiyê kir me got çalakiyekî aştiyane û lêgerîna ji bo aşitî û demokrasî ya li Tirkiyeyê ye. Bi heman awayî didomîne. Di nava 4 salên dawî de Tirkiye di qada hiqûqê de bihêlin gavek pêşve biçe her dem paşve çû. Di mijara edaletê de paş ve çû. Di mijara demokrasiyê de her dem li paş ma. Di mijara aşitiyê de her li paş e , bajêr hatin hilweşandin, mirov hatin kuştin.

Pirsgirêka tecrîdê pirsgirêkekî kiritîk e. Tecrît tê wateya ne çareserkirina doza Kurd. Ev çalakiyekî aştiyane ye. Bi çalakiya Leyla re li girtîgehên Tirkiyeyê 335 girtî di heman çalakiyê de ne. Mûameleya xirab li girtiyan tê kirin. Li her derê cîhanê grevên birçîbûnê heye. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 111’an de, çalakiya li Galler û Strasboûrgê didome. Daxwazên hemû hevalan hene û bang li raya giştî ya navnetewî dikin. Divê Tirkiye ji vê rewşê derkeve û daxwazên pêk bîne.

Ez bang li Wezareta Edaletê dikin; Wezareta Edaletê nikare qanûan binpê bike, nikare qanûnan nas neke. Li gorî hiqûqê tişta pêwîst çiye divê demildest gav bavêjin. Ez  bang li her kesê ku li Tirkiyeyê siyasetê dike, dikim; ev mevzû ne mevzûya siyasî, hilbijartin û şaredariyê ye. Ev ne xêra Tirkiyêyê de ye. Divê her kes tişta dikeve ser milê wî bike. Pêwîstiya vê jî li gorî qanûnan tevbigerin û tecrîda heyî bidawî bikin.”

Temellî bêdengiya raya giştî ya li dijî çalakiyên grevên birçîbûnê rexne kir û got; “Bêhestiyariyekî cidî heye. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê bihestiyar be. Pirsgirêka me ya hevpar e, divê em refleksa çareseriyê ji bo pirsgirêkên hevpar nîşan bidin. Ev mevzûya bingehîn ya edalet û hiqûq a hemû Tirkiyeyê ye.”

Temellî got rewşa tenduristiya Guven di qonaxa kiritîk de ye û wiha domadn; “Rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven ji roja daw3i ez hatim serdana heta îro her diçe xirab tir dibe.”

Temellî pişre çû serdana parlamenterên HDP’ê yên li avahiya HDP’ê di greva birçîbûnê de. Temellî têkildarî serdegirtina avahiya partiyê û çalakiya parlamenteran agahî wergirt.