Temellî serdana buroya hilbijartinê ya li Misricê kir

Hevserokê HDP'ê Temellî serdana buroya hilbijartinê ya navçeya Misric a Sêrtê kir û got, "Îro çûye Stenbolê û rabûye gotiye, 'Em ê Amedê bişibînin Stenbolê'. Ji xwe re li rewşa Stenbolê binerin. Şênkahî li cihekî nehiştine."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî karê xwe yê hilbijartinê yê li Sêrtê didomîne. Temellî danê êvarê serdana buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li navçeya Misricê kir û li vir ji gel re axivî.

Temellî diyar kir ku ew ji meha Hezîranê hez dikin û got, "Çawa ku me 7'ê Hezîranê dest bi karekî kir, em ê 24'ê Hezîranê wî karî biqedînin."

Temellî da xuyakirin ku AKP hewl dide bi şer û polîtîkayên gendeliyê desthilatdariya xwe bidomîne û ragihand, wê 24'ê Hezîranê vê desthilatdariyê ji holê rakin.

Temellî işaret bi serdana Erdogan a li Amedê jî kir û got, "Îro çûye Amedê û radibe dibêje, 'Em ê Amedê bişibînin Stenbolê'. Bala xwe bidin rewşa heyî ya Stenbolê. Li cihekî şênkahî nehiştine. Tenê Gezî mabû; me ew der bi berxwedana xwe nedan wan. Niha jî em ê Tirkiyeyê nedin wan."

Sezaî Temellî da xuyakirin ku 24'ê Hezîranê wê xwedî li bajarên xwe derkevin, hevşaredarên hatine girtin wê li bajarên xwe vegerin û got, "Welat wê piştî 24'ê Hezîranê biguhere. Em ê bendên li pêşiya aştî û demokrasiyê bi hev re hilweşînin. Eger HDP hebe, bend nîne.

Rabûye li Amedê dibêje 'Em çêdikin, HDP xera dike'. Gelo em desthilatdar in ku em karibin xera bikin? Te xera kir û em ê hesabê hemû bajarên ku te xera kir bipirsin. Ji bo vê jî 3 hefteyên me ne. Em ê hefteyê heft rojan û 24 saetan bixebitin. Sindoqan dibin ku derê em ê biçin wir. Em ê xwedî li dengê xwe derkevin û ji vê desthilatdariya zordar rizgar bibin."