Temellî: Niha demê daketina kolanan û piştevaniyê ye!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temellî wiha got; “Niha demê daketina kolanan û piştigriyê ye. Her roj li her derê em ê li kolanan bin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, li Parka Karayollari ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê.

Beriya Temellî û koma HDP'ê xwestin têkevin parkê, polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî dora parkê girtin û destûr nedan ku li Parkê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dema Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, girseya HDP'ê xwestin têkevin parkê, polîsan destûr neda û ew asteng kirin. Demek dirêj di navbera polîsan û girseya HDP'ê de nîqaş derketin. Dema nîqaş dikirin polîsan mudaxaleyî girseyê kir. Li gel hemû astengiyên polîsan girseyê daxuyanî da çapemeniyê.

‘EM LI DIJÎ DERBEYAN LI VIR IN’

Temellî, diyar kir ku di 19'ê Tebaxê de darbeyek din pêk hat û wiha got: "Darbeyek sivîl dîsa pêk hat. Li rûpelên tarî yên dîroka Tirkiye rûpelek din zêde bû. Dest danîn ser 3 şaredariyên me yên mezin. Xesp kirin. Vîna gel tune hesibandin. Em vîna wi welatî dibinin ku xwe li pişt polîsan veşartiye. Ev wêneyê darbeyê ye. Ev nîşan dide ku vîna gel tune dihesibînin. Ev wêneyê darbeyê ye. Em li dijî darbeyan li vir in. Em û gel em ê bi hev re demokrasiyê biparêzin û li aştî û demokrasiyê xwedî derkevin. Em ê li dijî vê feraseta ku xwe bi şer xwedî dike li kolana bin û dengê heqîqet û aştiyê bilind bikin.”

‘ÎRO DESTHILATDAR HIQÛQ Û ZAGONÊN XWE JÎ NAS NAKE’

Temellî, anî ziman ku vîna gelên qedîm ê Mêrdînê hevşaredarên HDP'î ne û wiha berdewam kir: “Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Turk vîna vî gelê qedîm e . Vîna gelê Kurd, Ereb, Suryan û gelê din ê qedîm e. Em li vir aqilê tecrîdê û aqilê qeyûmê qebûl nakin û ji bo xwe esas nagirin. Ev ne aqilê dewletê ye. Îro desthilatdar hiqûq û zagonên xwe jî nas nake. Ev yek zordarî ye. Li vir dewlet zagon û hiqûqa xwe nas nake.” 

Temellî, da zanîn ku îktîdar wan bi pergala "Hevserokatiyê" tawanbar dike û wiha got: "Ev nîşan dide ku yên ev biryar dane aqilê xwe winda kirine. Rast e pergala Hevserokatiyê heye. Ev pergal ne sûc e. Tu car nabe sûc. Li dijî sûcan têdikoşe. Ev pergal navê têkoşîna azadiya jinê ye. HDP  partiya jinê ye. Li gorî nûnertiya wekheviyê tevdigere."

'TECRÎD HEYE'

Temellî, bal kişand ser sedema qeyûm û wiha got: "Hûn dizanin çima talan û qeyûm heye? Ji ber ku li vî welatî tecrîd heye. Ji ber ku li vî welat bêyî Rewşa Awarte  nikarin welat bi rê ve bibin. Ev desthilatdar êdî nikare vî welatî bi rê ve bibe. Siyaseta wê xelas bûye. Li şûna doza Kurdan çareser bike di bêçareseriê de israr dike.

'DEM DEMA PIŞTEVANIYÊ YE'

Temellî, anî ziman ku dem dema piştevaniyê ye û wiha bi dawî kir: "Em ê xwe û bajarê xwe tevî bi rê ve bibin. Dem dema ku em êdî vê ferasetê nas nekin. Dem dema piştevanî û şêwirmendiyê ye. Ne tenê li Amed, Mêrdîn û Wanê. Em li her derê Tirkiye piştevaniya demokrasiyê xurt bikin. Em li her derê li şaredariyên xwe xwedî derkevin. Em li Stenbol, Mêrsîn, Edene, Îzmîr û Antalya û li her derê li şaredariyên xwe û vîna xwe xwedî derkevin.

Em ê li her derê li kolanan bin. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin."