Temellî: Em li dijî dagirkeriyê û desteserkirinê derkevin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, ''Em ti tiştê ku destkeftiyên gelên Rojava venahewînin qebûl nakin'' û bang kir ku gel li dijî qeyûman û dagirkeriyê derkeve.

Piştî ku HDP'ê biryar da ku 3 rojan tev li xebatên meclîsê nebin û meclîs boykot kirin bi tevlebûna Hevserokên HDP, KCD, HDK û hemû parlamenteran li Ofîsa Amedê çalakî li dar xistin. 

HDP'ê duh li meclîsê biryar girt ku 3 rojan tev li xebatên meclîsê nebin û 3 rojan meclîsê boykot bikin. Piştî HDP'ê biryar da ku 3 rojan li Amedê çalakiyan li dar bixin, îro bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongdeya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigît û hemû parlamenteran li dijî tayînkirina qeyûman li Ofîsa Amedê çalakî li dar xistin. 
 
Di çalakiyê de polîsan hemû rêyên diçûn Plaza  AZC bi TOMA û maşîneyên zirxî girtin. Hevserokên HDP, KDC, HDK saet di 12.00’an li gel parlamenter û rêveberan bi derûşmeyan hatin Kolana Hunerê. Hevserokan diyar kirin ku wê di pêş Plaza AZC'ê daxuyaniyê bidin û xwestin bimeşin pêş Plaza AZC'ê. Lê polîsan rê li pêş komê girt. Piştî hevdîtinan Girse bi dirûşme û çepikan meşiyan pêş Plaza AZC'ê û li vir daxuyanî dan. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li vir bertek nîşanî polîsan da û got: “Em ê di bin van dorpêçan de nejîn. Em dê van dorpêçan bişkînin. Em li vir tevî gelê xwe li kolanan in. Ev bajar bajarê me ye. Ji ber vê yekê em li Amed Wan û Mêrdînê ne. Em dibêjin Amed, Mêrdîn û Wan ya me ye. Me biryar dar ku 3 rojan tev li xebatên meclîsê nebin. Em îro li Amedê ne. Dema hikûmet qeyûm tayini şaredariyan bike bêdengî û sersariya meclisê nayê qebûlkirin.  Qeyum tundî û zilm e. Pergala faşizmê ye. Em ve yekê qebûl nakin. Em bêdeng namînin. Gelê Kurd li pişt me ye. " 

Temellî her wiha got, ''Ev bajar ê me ye. Xwediyê bajêr gelên bajêr in. Gelê Kurd e. Em pergala ku vîna gelê Kurd nas nake qebûl nakin, em dixwazin demildest hevalên me vegerin ser karê xwe.''

'BI DIJMINATIYA LI KURDAN L SER PIYAN IN'

Temellî bal kişande ser dagirkeriya Tirk a li ser Rojav, Bakur Rojhilatê Sûriyê û got, ''Ji dijminatiya li Kurdan dixwin. Bi şerê ku li ser dijminatiya Kurdan ava kirine dixwazin li ser piyan bimînin. Îro şerê ku li Sûriyê ava kirine, hewldana dagirkeriyê ya ku dixwazin bikin, dîplomasiya gemarî ya ku li Sûriyê dikin ji dijminatiya li Kurdan pê ve ne tiştekî dî ye. Aliyekî vê dijminatiyê li Amedê qeyûm, aliyê dî jî li ROjava ye, zilm e, komkujî ye, dagirkerî ye.''

'MUXATAB OCALAN E'

Temellî got ew tiş tiştê ku destkeftiyên Kurdan, destkeftiyên gelên Rojava venahewîne qebûl nakin û got, ''Divê hûn çareseriya vê meseleyê bi muxatan re re bibînin. Muxatabê vê meseleyê li Tirkiyê bêguman rêzdar Ocalan e. Demildest divê em muxatabên navnetewî yên vê meselê heyî bikin û demildest diyalogê deynin. Divê em masayên ji bo çareseriyê deynin holê. Ji bo çareseriyeke demokratîk û destûreke demokratîk.''