Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilibjartinê de li navçeya Bismilê bi gel re hat cem hev. Temellî, ligel baran û gijlokê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Dema karwana HDP'ê ket navçeya Bismilê, girseyê heyet bi def û zirneyan pêşwazî kir. Tevî baran û zîpikê bi hezaran Bismilî li Qada Newrozê kom bûn û Newroz pîroz kirin.
Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz gel silav kirin. Parlamenterên HDP'ê û Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen jî tev li mitîngê bûn. Gel di mîtîngê de bê navber dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" û "Leyla Guven rûmeta me ye" "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî piştre derket ser dikê û gel silav kir.
TEMELLÎ: HETA KU TECRÎD HEBE ARAMÎ NAYÊ WELAT
Temellî anî ziman ku Leyla Guven 140 roj in li dijî tecrîdê di grevê de ye û 140 roj in li vî welatî li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê têdikoşe. Temelî, da zanîn ku li Hewlerê Nasir Yagiz û li hemû deverên cîhanê hevalên wan li dijî tecrîdê di grevê de ne û wiha got: "Dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Dixwazin ev bêhiqûqî û bêedaletî bi dawî bibe. Em ê nemirin, em ê bijîn û li ber xwe bidin. Heta tecrîda li Îmraliyê bidome, edalet û hiqûq naye vî welatî. Em dibêjin bila tecrîd bi dawî bibe. Em dixwazin rêzdar Ocalan bi rêk û pêk bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. "
Temellî, xwest her kes bi hev re li sindoqan xwedî derkevin û ez her kes biçin dengê xwe bidin. Temeli, anî ziman ku di vê hilbijartinê de gel, HDP û demokrasî wê bi ser bikeve.
Temellî, piştî mîtînga Bismilê ji bo tev li mîtînga Farqînê bibe ber bi Farqînê ve ket rê.