Temellî bi şêniyên Sûrê re civiya

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Sûrê bi gel re civiya. Temellî ji bo mîtînga sibê banga tevlêbûnê kir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, li navçeya dîrokî ya Sûrê ya Amedê bi gel re civiya. Temellî qehwexaneyeke li kolana li ser Cadeya Melîkahmet ziyaret kir û li ser cadê ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin. Temellî bi gel re derbasî qehwexaneyê bû û bi gel re sohbet kir. Jin, zarok, ciwan, kal û pîr berê xwe dan qehwexaneyê. Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Namzetên Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr bi Temellî li Sûrê bi gel re civiyan.

Di hevdîtina li qehwexaneyê de zarok di rêza pêşîn de cih girtin û Temelî guh da bendewariyên gel. Welatiyên Sûrê, diyar kirin ku ew ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqereyê û ji Temellî xwestin ku li taxên wan malên şînê bên avakirin. Welatiyên Sûrê, dan zanîn ku pirsgirêka wan a bêkariyê heye û xwestin ev pirsgirêka wan bê çareser irin. Şêniyên Sûrê daxwaz kirin ku dîroka Sûrê bê parastin û bertek nîşanî gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên li dijî Kurdan dan.

Temellî piştî hevdîtina li qehwexaneyê, esnafên Cadeya Melîkahmet ziyaret. Welatiyên Sûrê yên gotin “Sûr ya me ye” bi Temellî re li esnafan geriyan. Temellî ku rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat, kesên Temellî dîtin bi gotina “Serok Sezaî derbas dibe” piştgiriya xwe diyar kirin. Welatiyên rêya Temellî birîn, wêne bi Temellî re girtin. Temellî û yên pê re, gel vexwendin mîtînga fînalê ya sibe ya ku ew ê li Qada Îstasyona Amedê bê lidarxistin.