BI DÎMEN

Têkoşîna li dijî narkotîkê: Em civakê ji vê jehrê rizgar bikin!

'Platforma têkoşîna li dijî narkotîkê' ya li Amedê hate avakirin, dest bi kar dike. Şêniyên Amedê li ser mijarê axivîn û gotin, "Ev yek encamek ji polîtîkayên şerê taybet e, em têbikoşin."

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ NARKOTÎKÊ YA LI AMEDÊ

Li Amedê temenê bikaranîna madeyên narkotîkê li gorî hin raporan daketiye binê 12 salî. Li gorî daneyên sala 2023'an ên Baroya Amedê, li bajêr di çarçoveya sûcê 'Narkotîkê yan jî bazirganiya madeyên hişbirinê' yê li bajêr 2 hezar û 173 kes hatin darizandin. Di nava mirovên hatin darizandin de 7 zarokên kêmî 12 salî, 2 zarokên di navbera 12 û 15 salî û 27 ciwanên ji 15 heta 18 salî jî hene.

Li bajêr ji bo hişyarkirina civakê ya têkildarî mijarê bi beşdariya gelek sazî û rêxistinên civakî yên sivîl platformeke nû ava bû. Rêxistiniya ku bi navê 'Platforma têkoşîna li dijî narkotîkê' hate ragihandin, ji xwe re dike armanc ku ji bo parastina ciwanan û civakê planên çalakiyê yên hevpar amade bike.

Platformê bi meşeke bi beşdariya bi hezaran kesî deklarasyona xwe ragihand û wê di demeke nêz de dest bi kar bike.

Endamên platformê û şêniyên bajêr li ser karên ku wê li dijî bikaranîna madeyên narkotîkê bidin destpêkirin axivîn.

'EM Ê CIVAKÊ JI NÛ VE AVA BIKIN'

Ji Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê endamê platformê Recep Orûç anî ziman ku temenê bikaranîna narkotîkê her roj dadikeve, ev yek di nava civakê de dibe sedema birînên giran û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wan platformeke nû ava kirine.

Orûç diyar kir ku platform wê di dema bê de dest bi pêvajoyeke avakirinê ya civakî bike û got, "Narkotîk bi parçebûna civakî derdikeve holê. Mirov dema motîvasyonê di nava civakê de nikare bibîne dest bi bikaranîna narkotîkê dike. Armanca me ya bingehîn jî wê jinûve avakirina vê civakê be."

Orûç ragihand ku pirsgirêka narkotîkê ne tenê ya ciwanan e û bi vî rengî dewam kir, "Pirsgirêka me hemûyan e; ji ber vê yekê divê em bi hev re çareseriyê peyda bikin. Eger zarokekî 9 salî madeyên narkotîkê bi kar tîne ev yek rewşeke gelekî bi êş e. Di vir de em dixwazin hişyariyeke mezin çêbikin."

'EM Ê JI TAXAN DEST BI KAR BIKIN'

Orûç diyar kir ku platform wê ji taxan destpê bike û li her qada civakê kar bike û got, "Bêyî ku bispêrin cihekî em ê hewl bidin van pirsgirêkan çareser bikin. Em ê li qadan bin. Em di wê baweriyê de ne ku vê pêvajoyê bi hêvî bi ser bixînin. Em dixwazin vê hewldanê li her qadê belav bikin."

'ENCAMÊN POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET E'

Zeynep Kaya jî diyar kir ku rewşa heyî ji ber polîtîkayên şerê taybet rû daye û got, "Girêdana bi madeyê yek ji pirsgirêkên herî girîng ên civakê ye, dibe sedema birînên kûr. Pêwîstî bi guhertin û veguhertineke girîng heye. Ji ber vê yekê me pêwîstî bi avakirina vê platformê dît. Em ê ji taxan destpê bikin û karekî pêşîgirtinê bimeşînin. Ev polîtîka encamên şerê taybet e. Ji dema qeyûm û vir ve narkotîk, fûhûş û çetebûyîn zêde bûye. Li hemberî van polîtîkayan em ê têbikoşin. Ji aliyê civakî ve em ê xwe bi rêxistin bikin û li ber vê yekê rabin."

'DIVÊ EM XWEDÎ LI CIWANAN DERKEVIN'

Ji ciwanên beşdarî meşê bûn Buşra Korûk jî got, "Girêdana bi madeyê dikare bê têkbirin; ji bo ev yek bisekine û pêşî lê bê girtin weke ciwan em ê bixebitin. Divê em xwedî li ciwanan derkevin. Beriya her tiştî em ji malbatên wan, piştre jî ji civakê û mirovan re bibin piştgirî. Ev rewş zêde dibe. Pêşîgirtina li vê yekê di destê me de ye."

'EM CIVAKÊ JI JEHRÊ RIZGAR BIKIN'

Lutfiye Çanakçik jî diyar kir ku karê tê kirin hêzê dide wan û got, "Em dixwazin civakê ji vê jehrê rizgar bikin. Karê pêwîst tê kirin lê belê têrê nake. Ev rewş wêrekiyê dide me. Weke dayik em dadikevin qadê. Em dixwazin vê jehrê ji her derê biavêjin. Em nifşekî paqij, civakeke paqij dixwazin."