‘Têkoşîna li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bersiv in ji komkujiyan re’

KCK: Têkoşîna li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bersiv e ji faşîzma 12’ê Adarê re, ji komkujiya 16’ê Adarê ya xwendekaran e û bersiv e ji Komkujiya Gaziyê re.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya Komkujiyên Gazî, Qamişlo û Helepçeyê re daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“12’ê Adarê salvegera derbeya faşîst a di sala 1971’an de û salvegera komkujiyên Gazî û Qamişloyê ye. Di 16’ê Adarê de qirkirina Helepçeyê hate kirin û li Zanîngeha Stenbolê xwendekarên şoreşger hatibûn qetilkirin. Em şehîdên van komkujiyan bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin.

Bingeha faşîzma AKP û MHP’ê bi derbeya faşîst a leşkerî a di 12’ê Adarê de hatiye avêtin. Êrîşkariya li dijî şoreşger û demokratan bi vê derbeya faşîst zêde bûye û hatiye asta îro. Berxwedana ku îro li Tirkiye û Kurdistanê tê kirin, ji wan rojan heta îro tê kirin. Ev berxwedan divê bi giyanê Denîz, Mahîr û Îbrahîm Kaypakkaya re geştir bibe. Komkujiya Gaziyê ya di 12’ê Adarê de li dijî têkoşîna hevpar a gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê hatiye kirin. Ev feraset îro di tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê derketiye lûtkeyê.  Têkoşîna li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bersiv e ji faşîzma 12’ê Adarê re, ji komkujiya 16’ê Adarê ya xwendekaran e û bersiv e ji Komkujiya Gaziyê re.

Komkujiya Helepçeyê tê wateya polîtîkaya qirkirinê. Polîtîkaya qirkirinê ya Tirkiyeyê di kesayetiya Saddam de li Iraqê hatiye kirin.  Feraseta ku Komkujiya Helepçeyê kiriye îro herî zêde faşîzma AKP û MHP’ê wê dixe pratîkê. Komkujiya Helepçeyê û dagirkirina Efrînê xwe dispêrin heman ferasetê. Ji ber vê jî bersiva herî baş a ji bo Komkujiya Helepçeyê ev e ku Iraq demokratîze bibe û Efrîn ji dagirkeriyê were rizgarkirin.

Komkujiya 12’ê Adara di 2004’an de di çarçoveya Protokola Edeneyê ya Sûriye û Tirkiyeyê li dijî Kurdan hatiye kirin. Rêber Apo hewl dida li Sûriyeyê biratiya Ereb û Kurdan pêk bîne, lê Sûriye bi Komkujiya Qamişloyê re li dijî vê polîtîkayê qirkirinek kir. Lê gelê Kurd li hemberî Komkujiya Qamişloyê îradeya xwe daniye holê û li her derê serî hildaye.

Dema ku li Sûriyeyê şer çêbû, gelê Kurd li Rojava tevî gelên Ereb, Asûr û Siryan pergaleke demokratîk ava kirine. Vê pergala demokratîk ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Qamişloyê bersiveke xurt e.

Em careke din bang li gelên Bakurê Sûriyeyê dikin ku ji bo careke din komkujiyeke din a wek Qamişloyê pêk neyê, li hemberî êrîş û ferasetên qirkirinê yên wekî faşîzma AKP û MHP’ê, têkoşîna xwe ya hevpar geştir bikin."