BI DÎMEN

'Têkoşîna jiyana hevpar a gelan a li Şêx Meqsûdê bi ser ket'

Hevserokê Meclîsa Biratiya Gelan Miriyî Şibilî got, têkoşîna jiyana hevpar a gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Xiristiyan a li Şêx Meqsûdê bi ser ket.

Hevserokê Meclîsa Biratiya Gelan Miriyî Şibilî bersiv da pirsên ANF'ê.

Zêdeyî 6 sal in li Helebê û Şêx Meqsûdê şer hebû. Di nava 6 salan de çi qewimîn? We çi dît?

Gelê me, jin, zarok, extiyar ji 7 heta 70 salî her kesî, tevî YPG/YPJ'ê li dijî êrîşên rejîmê û gelek caran jî li dijî çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê û DAIŞ'ê li ber xwe dan.

Komên çete yên ser bi Koalîsyona Sûriyeyê; Tûgaya Sûltan Mûrad, Lîwa 99, Feyleq Şam, Feyleq 16, Tabûrên Fatîh Sûltan Mehmet, Tabûrên Ebû Emara, Tabûra Nûrettîn Zenkî, Cephet El Şamî, Ceyş El Îslam, Lîwa Tehrîr, Eniya Tirkmenên Sûriyeyê, Cephet Îslamî û hwd. ji bo Şêx Meqsûdê dagir bikin çi ji destê wan hat kirin.

Li taxa Şêx Meqsûdê zêdeyî 6 salan berxwedaneke dîrokî hat kirin. Tevî dorpêçî, ambargo û êrîşan jî gelê me ji biryardarî, wêrekî û berxwedana xwe venegeriya. Li ber komên çete yên ser bi Tirkiyeyê û çekên wan ên giran têk neçû.

Em ti carî li terikandina taxa Şêx Meqsûdê nefikirîn. Li taxa Şêx Meqsûdê, bi pêşengiya şervanên YPG û YPJ'ê berxwedaneke gelek gel a şoreşgerî ya rasteqîn hat kirin.

Li nava refên vê berxwedanê Kurd, Ereb, Tirkmen, Xiristiyan her kes hebûn. Bi sedan jinan dest ji mal û karê xwe berdan û ji bo şervanên YPG/YPJ'ê yên li eniya şer xwarin amade kirin û tevlî berxwedanê bûn. Ev rastiya li taxa Şêx Meqsûdê nîşan dide ku gelên Sûriyeyê YPG û YPJ'ê weke hêza parastinê dibînin.

Gelan bi rengekî zelal dîtin, ku tenê li herêmên di kontrola hêzên YPG/YPJ'ê de ne dikarin bijîn.

Armanca êrîşên li dijî Şêx Meqsûdê çi bû?

Her kes dizane Şêx Meqsûd ne tenê taxeke ku Kurd lê dijîn. Li vê taxê Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî, Suryanî, bawermendên cuda bi rengekî azad û wekhev dijî. Cihekî Mozaîka gelan e.

Şêx Meqsûd her çend ji aliyê erdnîgarî ve biçûk û dorgirtî jî be, li gorî cihên din bilindtir e. Şêx Meqsûd bû cihê diyarker ê şerê Helebê û Sûriyeyê.

Ji ber vê rewşa xwe ya girîng û stratejîk, hewl hat dayîn li taxa Şêx Meqsûdê vîna gelan teslîm bê girtin û statuya heyî ku yek ji destketiyên dîrokî ye, ji hev were xistin. Armanca dorpêçî, ambargo û êrîşên li dijî taxa Şêx Meqsûdê, derxistina Kurdan ji Helebê û bê Kurd hiştina herêmê bû.

Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê di pêvajoya dawî de ji Helebê hatin avêtin. Gelo bi vî rengî gefa êrîşê ya li dijî Şêx Meqsûdê ji holê rabûye?

Beriya her tiştî dixwazim vê yekê bêjim; derxistina çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ji Helebê, ji bo gelên Sûiryeyê û mirovahiyê destketiyeke mezin e. Yên ku ev destketî afirandine, gel in. Eger berxwedana gelê Şêx Meqsûd nebûya, Heleb ji mêj ve ketibû.

Sûriye di nava salên dûr û dirêj de bi zîhniyeta yek al, yek welat, yek zimanî de hat birêvebirin. Li dijî vê rewşê di sala 2011'an de serhildana gel rû da. Piştî ku ev serhildana gel ji aliyê hêzên navneteweyî û herêmî ve hate sabotekirin, jiyan li gelan herimî.

Di nava vê rewşa mîna dojehê de, bi pêşengiya gelê Kurd, hewl hat dayîn bersiv ji daxwaza gelên Sûriyeyê re were dayîn. Mînak, li Şêx Meqsûdê gelan Sûriyeyeke biçûk a demokratîk, azadîparêz û wekhev afirandin. Mozaîkeke gelan a mînak ji aliyê Kurdan, Ereb, Tirkmen û Xiristiyanan ve hat avakirin.

Bi dîtina me, ev modela li taxa Şêx Meqsûdê hatiye avakirin, yekane rêya çareseriyê ye ji bo krîza heyî ya li Sûriyeyê. Em bawer in, dikarin kaosa li Sûriyeyê bi hev re ji holê rakin.

We qala modeleke Sûriyeyeke biçûk a gelan li Şêx Meqsûdê kirin. Ji bo tevahiya Sûriyeyê sîstema federal a demokratîk tê pêniyarkirin. Gelê Ereb bi çi rengî li sîstema federal a demokratîk dinêre?

Sîstema federal ji bo gelan sîstema herî guncaw e. Herî zêde ji bo gelê Ereb pêwîst e. Hebûna projeyeke bi vî rengî, bicihanîna wê gelekî girîng e.

Ji bo gel ji serdestî û desthilatdariyan rizgar bibin û bi rengekî azad karibin bijîn, sîstema herî baş e. Sîstema federasyonê, ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo hemû dewletên li Rojhilata Navîn pêwîstî ye. Ji ber ku gelek dewlet hene homojen nîne û gelek gelan vedihewînin.

Ji bo demokratîkbûna van dewletan, ji bo jiyaneke azad û wekhev a gelan ev sîstem li cih e. Nîşaneya demokratîkbûnê deng û hilbijartin nîne. Bi dîtina min, şertê destpêkê yê demokratîkbûnê pratîka hatiye nîşandan e. Guhertîna zîhniyetê ye. Tesmîliyeta her gelî li gorî hebûna xwe ye. Projeya federasyonê gihîşt qonaxeke girîng. Xwe û armancên xwe da nasîn. Ji ber vê yekê li derve jî hat qebûlkirin. Ji aliyê gelê Ereb ve hat pejirandin.

Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên sîstema federal, naskirina rewşên xweser û nêzîkatiya li gorî vê yekê ye. Sîstemeke welê ye ku her herêm, her gel, her mirov bi taybetmendiyên xwe yên xweser, bi rengekî azad tevlî dibin.

Tevî nîqaşên sîstema federal, xebatên ji bo federasyonê li Bakurê Sûriyeyê hene. Gelo Federasyona Bakurê Sûriyeyê ji aliyê gelê Ereb vê tê qebûlkirin?

Dema nîqaşên federasyonê hê nû dest pê kirin, tirsek hebû. Lê belê bi naskirinê re, ev yek hat qebûlkirin.

Rejîma Sûriyeyê jî hêdî hêdî sîstema li Bakurê Sûriyeyê pêk tê qebûl dike. Ya ku hatiye afirandin, berhema gelên Sûriyeyê ye, ne ya hêzên navneteweyî û herêmî ye. Ne ya tetîkkêşên wan e.

Di serî de Girê Spî û Minbic, gelê Ereb ê li Bakurê Sûriyeyê dijî, ji endamên damezrîner ên Federasyona Bakurê Sûriyeyê ne. Civînên li ser vê mijarê bi gel re hatin lidarxistin, bi tevlîbûneke xurt pêk hatin. Yên tevlî nebûn jî komeke biçûk in, ku pişta xwe dispêrin dewleta Tirk an jî hêzên derve.

Bi dîtina we, astengî yan jî astengiyên herî mezin ên li pêşiya projeya sîstema federal a demokratîk çi ne?

Li gorî min, astengiya herî mezin dewleta Tirk e. Sîstema federal a demokratîk a li Sûriyeyê ji bo gelan tê pêşniyarkirin, ji feraset û pratîka federalîmê ya li welatên din gelekî cuda ye.

Ji ber ku li vê derê proje û feraseta sîstemeke federal a demokratîk heye ku li ser felsefeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye holê. Di nava vê sîstemê de her gel û civaka baweriyê tê temsîlkirin. Ti gel û komek baweriyê, li ser yeka din nabe serdest.

Bêguman ev rewş ji bo dewleta Tİrk û Îranê weke xetere tê dîtin. Ji ber ku gelên gelekî cuda li nava sînorê wan dijîn, naxwazin ev federasyon bi ser bikeve. Ji bo xwe xetere dibînin. Tirkiye ji bilî xwe hurmetê nade ti gel û dewletên din. Hewl dide wan asîmîle bike, tine bike.

Bi vê armancê kete nava hewldanên dagirkeriyê. Vê yekê jî ji xwe re weke mafekî dibîne. Tirkiye hewl dide komeke biçûk a gelên Sûryeyê temsîl nake, weke nûnerên gelên Sûriyeyê nîşan bide û bi vî rengî armancên xwe yên polîtîk bi ser bixîne. Îran jî li pey heman tiştî ye û bi vî rengî li Sûriyeyê tevdigere.

Hefteyek beriya niha, di bin navê çareseriya krîza Sûriyeyê de li Astanayê civînek hate lidarxistin. Careke din civîna Cenevreyê kete rojevê. Hûn di vê der barê de dixwazin çi bêjin?

Gelên Sûriyeyê ji bo pêkhatina aştiya navxweyî û avakirina jiyana hevpar a gelan, têkoşîna xwe ya demokratîk zêdeyî 6 sal in dimeşînin û bûne mînak ji tevahiya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn re.

Hemû gelên Sûriyeyê bi pêşengiya gelê Kurd, di serî de li Bakurê Sûriyeyê li gelemperiya Sûriyeyê li dijî hêzên tarî di nava têkoşîneke mezin de ne. Tevî vê yekê jî ji bo ti civînên di bin navê çareseriya krîza Sûriyeyê de hatine lidarxistin bang li nûnerên gelên Sûriyeyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) nehatiye kirin.

Ev durûtî ye. Jinedîtîhatina vîn û gelên Sûriyeyê ye. Em vê qebûl nakin. Nepêkan e ku ji civîneke gelên Sûriyeyê lê tine hatibin hesibandin, encam derkeve. Weke gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Ermenî û hwd. em vê rewşê red dikin.

Lazim e hemû gelên Sûriyeyê li dora maseyê bin. Nebûna me li dora maseyê neheqî û bêhurmetiyeke mezin e. Ji ber ku me bi berxwedan û hêza xwe ya li qadên siyasî, civakî û leşkerî gavên dîrokî avêtin. Ji her kesî bêhtir mafê me ye ku cihê xwe di nava civînên ji bo çareseriyê de bigirin.

Her wiha ji ber ku hêzên YPG/YPJ û QSD beşeke mezin a Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine û ji be rku yekane nûnerên gelên Sûriyeyê ne, di mijara çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê de yekane hêza xwedî mafê gotinê ye. Em Ereb bi vê rewşê dizanin. Em daxwaza vê dikin.