‘Teknîka artêşa Tirk li bin lingê gerîla ye’

Gerîla Bêrîtan Leyla diyar kir ku dewleta Tirk bi bombeyan, qadên gerîla lê dişewitîne û got: “Ev rêbaz li pêşiya serketinên gerîla nabin astegeng. Mîna ku tê dîtin, tekînka wan li bin lingê gerîlayên YJA Starê ye."

Operasyonên hewayî yên artêşa Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye rûtîniyeke ya gerîla ya ku rojane pêk tên. Dewleta Tirk piştî ku ev teknîk bi dest xist û şûn ve, bi taybet li qadên Zap û Avaşîn, bi hezaran êrîşên ezmanî pêk anîne. Ev erdnîngarî ne tenê qadeke ku gerîla lê bicih bûye, heman demê bûye landikeke ku pêşketina civakîbûna mirovahiyê ya mîrasê çandî. Ev mîra bi êrîşên her ezmanî yên her roj pêk bên, bi obus û hewana tê bombekirn, şewitandin û talankirin. Artêşa Tirk bi van êrîşan ve, ne tanê gerîlayên azadiya Kurdistanê, heman demê de hafizeya dîrokî ya civakî ya gelê Kurd jî dike hedef.

Bi êrîşên tên kirin erdnîgariya Zagrosê tê talankirin. Her gava em li ser vê axê davêjin, parçeyên bombeyan, bejahiya hatî şewitandin, guleyên qazan û roketan ên nepeqiyayî û bombeyên qedexe yên mîsket, pêkanînên qirker û talanwarî yên artêşa Tirk derdikeve ber çavê mirovan. Di êrîşên ezmanî yên artêşa Tirk dike û şûnde bi gotinên ‘2 sed gerîla mane, sed kes mane’ nûçe belav dike, li aliyê din jî bi salan e, her roj dibêje 5 gerîla jiyana xwe ji dest  dane. Yanî dewleta Tirk a bi xwe bi nûçeyên xwe xwe direwîn derdixîne, teknîka di destê artêşa Tirk de bê encam maye.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li her deverê şopên şer hene. Ji van şopan jî, guleyên qazanê yên bi qasî 2 ton teqemenî û jehrî hene. Artêşa Tirk li bejahiyê gerîlayekê tenê jî bibîne, van guleyên qazanan bikar tîne. Ev bombeyên ku rê li ber texrîbatên pir mezin vedike, caran ji bo gerîlayekê tenê tê bikaranîn. Ev jî dide nîşandan ku ev bombeyên ku xwedî têçûneke mezin e, çawa bi zêdahî tê bikaranîn radixe ber çavan. Dîsa dide nîşandan bê ka çima civaka Tirk li ber sînorê birsîbûnê ye, krîzên aborî jê xilas nabin.

‘BOMBE DUBARE LI DIJÎ DIJMINAN TÊ BIKARANÎN’

Ev bombe û teknîka ku têçûneke pir zêde ya wê heye, her dem jî encam nagire. Herî zêde vê jî gerîlayên li herêmê dijîn dizanin û şahidiya vê dikin. Li herêmên Parastinê yên Medyayê hema bêje li piranî deverna guleyên qazanan ên neteqiyayî hene. Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Leyal bal kişand ku teqemeniyan di van guleyên qazanan de dubare li dijî dijmin  bikar tînin û got: “Bawerî didin pişt teknîna xwe û îdîa dikin ku serketî ne. Lê ev teknîk her demê encam nagire. Em hundirê van parçeyên qazanan vala dikin, bi teqemeniyên hundirê wê hevrêyên me çalakiyên serketî bi wan dikin. û encam jî digirin.

Yanî qazanên ku pir baweriya xwe pê tînin, her demê jî nateqin. Weke tê dîtin van bombeyan li hemberî me bikar tînin. Yanî hemû pêkanînên dermirovî li hember gerîla bikartînin. Ne tenê li dijî me, li dijî xwezayê dikin. Bi van bombeyan bejahî û cihên gerîla lê dişewitînin. Lê ev rêbaz li pêşiya serketinn gerîla nabe asteng. Mîna tê dîtin teknîka wan li bin lingên gerîlayên YJA Starê ye.”