Tekîn: Divê civak li dijî êrîş, noker û xayînan hişyar be!

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Bozan Tekîn êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker nirxandin kir û got: “Divê civak di nava xwe de sîxûran nehewîne.”

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Bozan Tekîn êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û tevna sîxûriyê ya li Kurdistanê, bi taybet Başûrê Kurdistanê nirxandinên girîng kir. Tekîn got: “Bila kes nebêje va me Mam Zekî û heval Helmet şehid xist, wê ev doz xilas bibe. Berovajiyê wê wê hê xurtir bidome.”

QATILÊ KURDAN LOZAN E

Tekîn di nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsan û got: “Tê zanîn dagirkeriya Tirk li ser tinebûna Gelê Kurd, li ser tinebûna Kurdistanê ava bû. Peymana Lozanê, peymanekî wisa ye ku Kurdistan hat perçekirin. Ew jî tine hat hesibandin. Yek peyv jî têde Kurd û Kurdistan tine ye. Peymanek wisa ye. Niha Gelbûna xwe îspat kirî, jiyan kirî, dîrokekî hezarî salan heye. Axa ku bi şopa vî Gelî dijî û tu tine bihesibînî, tu nebêjî me ev gel tine hesibandin. Welatek wisa me perçe kir welat wisa tine ye. Mirovek tê kuştin an jî dimire. Di cihekî de vedişêrin û jêre dibêjin mezel û li serî wî jî îşaretekî datînin, mina kevirekî dibe lê navekî xwe heye. Filan kes li vê derê ye. Dema ku mirov ji bo ruhê wî duayekî dixwîne, mirov carekî din navê wî dibêje. Peymana Lozanê peymanekî wisa ye ku bi rastî, jêre dibêjin faîlî meçhul, yên ku hatine lêdan kî/ê ye? Yên ku hatine kuştin jî kî/ê ye? Ne diyar e. Weke ku çû, em dizanin qatilê Kurdistanê Lozan e. Dagirkeriya Tirk jî li ser vê xwe ava kir. parçeyek herî mezin ji dagirkeriya dewlet Tirk re hiştin. Weke ku hûn jî vê dagirkeriyê daqurtînin. Dagirkeriya dewlet Tirk jî ev meşand. Mesele ew e ku dewleta Tirk xwe bermahiyên Osmanlî dibîne. Xwe xwediyê mîrasên Osmanlî dibîne û dibêje; ‘ev hemî di bin destê min de bû.’ Dibêje; ‘heta Lîbya, heta Cezayîr di destê min de bû. Heta li Yemen, Erebîstana Siûdî di destê min de bû.’ Niha hin jî dibêje; ‘di destê min de ye.’ Piştî Şerî Cihanê yê Sêyemin ket dewrê şunde, di rojevê de ye. Pêvajoya şerê Kendavê yê yekem jî ev ket rojevê, Ozal dixwest Başûr bigre, dixwest Mûsil û Kerkûkê bigre. Ew ên ku vê îfade dikin ne tenê faşîstê MHP’ê ne. Ew ên ku xwe liberal dihesibînin. Ew hemû vî rengî difikirin. Hem bi rêka Başûrê Kurdistanê, Bi rêka hizbên Kurdistanê, PKK’ê lewaz bixe. Hem jî li wê derê bixwe di bin kontrola xwe û hêzekî bi xwe ve girê bide. Esas siyaset ev e. Dewleta Tirk di aliyê aboriyê de qrîza xwe bi sererast dike.

DI BIN NAVÊ EWLEKARÎ Û ARAMIYÊ DE DEWLEMENDIYA KURDISTANÊ DAGIR DIKIN

Bi qrîzan anî rewşekî wisa ji bo xwe cihekî li wê derê, kar bike. Sermayeyî xwe birazîn û li wê derê kar bike. Petrol, gaz û wekî din jî niha dagirkeriya dewleta Tirk bi taybet aliyê Behdînan, serwer e. Li aliyê Soran jî hewldanekî xwe yê cidî heye. Bi hezaran şîrketên xwe hene ev şîrket li ber çavê her kesî ye. Êdî kes li Hewler pêdîviyê bi Kurdî nabîne. Bi Tirkî jî dikare bijî. Ji ber ku aborî û şîrket di destê talankerê Tirkan de ye. Ew siyaseta li Başûr jî kontrol dikin. Dagirkeriya dewleta Tirk vê têr nabîne. Ji bo berjewendiyên xwe vê têr nabîne dixwaze vê hemiyê bixe di bin kontrola xwe. Esas armancê xwe ev e, ev di bin navê ewlekariyê de tê kirin, ev di bin navê îstîkrara heremê de tê kirin ev demagojî ye. Dagirkeran di roja ewil de jî ne gotin; ‘emê biçin diziyê bikin, talanê bikin.’ Dagirkeran her dem gotin; ‘em şaristaniyê dibin, em pêşketinê dibin.’ Ji Îskender vir ve anî ye. Dewleta Tirk jî va îstîqrarê dibe li wê derê aramiyê dibe li wê derê, pêşketin û şaristaniyê dibe li wê derê, Kurdistanê di bin wî navê de hate qirkirin. Di bin wî navî de qetlîam li ser çêbÛn, talan li ser çêbÛn. SÛcên mirovahiyê li ser çêbûn, tecawuz li ser çêbûn. Kengî? Tecawuza li ser gelekî, qirkirina li ser gelekî bûye şaristanî. Kengî? bûye yê demokrasî yê. Niha ev demek e dewleta Tirk di aliyê leşkerî de jî dixwaze pêngaveke cidî bike. Di salên 1990’î vir ve bi dehan baregeh ava kirin e. Gelê Başûrê Kurdistanê, li hember vê dagirkeriyê bi sed hezaran îmze kom kiriye, vê dagirkeriyê qebûl nake. Gelê Başûr hefizeyekî xwe yê wisa jî heye. Di heremê de hêzên hegemonîk dixwazin serweriya xwe pêşbixin. Hîn zêdetir dixwazin sehayekî bixin di bin kontrola xwe û armancên xwe pratîk bikin. Li ser vê rewşê re dewleta Tirk dixwaze li ser Başûr û Rojava kontrola xwe çêbike.

DEWLETA TIRK BAŞÛR JI HER ALÎ VE DIXWAZE DAGIR BIKE

Dixwazin xeta Serokatî û netewa demokratik belav bibe. Li Rojava û Rojhilatê Sûrî belav bike û di nav civaka Ereb de li ser civakên din Başûr û Şengalê jî tesira xwe çêbikin. Ev tesîr heta astekî li ser civaka Ereb ya li Iraqê heye. Gelek rewşenbîrên ku piştgirî didin xeta Serokatî hene. Niha hemî armanc ew e ku pêşiya vê bigirin. Ne tinê di mila aborî û siyasî de, di aliyê çandî de jî dewleta Tirk bi rêza fîlmên xwe li ser televîzyonên Başûr jî serweriya xwe ya çandî jî pêşxistî ye. Êdî însan van reze fîlman ji xwe re mînak digrin û van reze fîlman dişopînin. Dewleta Tirk du kesayetên ku ji bo xwe asteng dîtin kirin hedef. Li Şengalê heval Zekî, li Başûr jî heval Helmet li pêşiya xwe asteng dîtin. Ji ber vê sedemê êrîşî her du hevalan kirin. Heval Zekî berî jî li Şengalê xebat dikir. Di pêvajoya 2000’î de xebatek dimeşand. Naskirina hevalê Zekî ya civaka Êzîdxanê hebûn. Naskirina civaka Êzîdxanê ya li derve jî hebû. Êzidiyên ku çûne Ewropayê, çûne Rûsya yê hebûn. Heval Zekî nas dikirin.

HEVKAR Û KESÊN SÎXRÛYÊ JI BO DEWLETA TIRK DIKIN, DIVÊ BIZANIN LI SER RÊYEKE PIR ŞAŞ IN

Heval Helmet jî di wê çerçoveyê de dihat naskirin. Şîrove, axaftinên wî bi baldarî dihat şopandin. Ji ber wî awayî ev her du heval hatin hedefkirin. Niha divê çi ders jê bê derxistin. Dersa yekem; divê ew hêzên ku di ast xiyanetê de bi wan re dikevin nav têkiliyan. Di nokertiyê de sînoran nas nakin. Divê bizanibin ev rêk ne ti rê ye. Bi taybet di nav Başûr de beşên ku sîxûriyê ji dewleta Tirk re dikin hene. Divê bizanibin ku di rêyeke pir şaşû xelet de ne. Dibe dikarin hinek derfetên madî bi dest bixin. Divê bizanibin ev derfet li ser xwîna şehîdan e. Divê her kes vê bibine û bizanibe ku bi vê nikarin li pêşiya Azadiya Kurdistanê bigrin. Divê peyama ku despêkê ders jê bê derxistin va ye. Di eniya me de ya ku em ders jê derxin çi ye? Bi rastî astekî şer yê pir bilind heye.

GENERALÊ TIRK LI XWE MIKÛR TÊN

Şerê hebûn û tinebunê tê meşandin. Di aliyê ewlekariyê de divê em ji bo xwe ezmûnekê jê derbixin. Em siyaseta dewleta Tirk dizanin lê ji ber ku tedbîrên pêwîst nehatin girtin, ev şehadet çêbûn. Ezmûn ev e. Divê em tedbîrên xurt bigrin, ji ber ku xayîn û xiyanetkarî heye, nokertî heye. Pêwîste em vê teşhir bikin û bi xurtî bikin. Tedbîrên pêwîst çi ne divê bên girtin. Ji ber ku dagirkeriya dewleta Tirk ji derveyê vê ti rêkên xwe tine ne. Wê bin bikeve, ji xwe bin dikeve jî. Niha ne li Rojava dikare li ser bi xwe ne jî li Başûr dikare bi ser bixe. Encamên siyasete xwe çawa lê dizivire, Generalê teqawît çend roj bere teqawît bû, eşkere ji Rojnameya Cumhuriyetê re got; ‘Got; em ketin gerikekî, zehmete ji vê gerikê derkevin.’ Di asta herî jor de berpirsyarê taybet û yên hêzên taybet bû. Di vê astê de îtîraf hate kirin.

GELÊ ME LI DIJÎ XIYANET Û NOKERIYÊ RANEBE, DIJMIN BIHÊZ DIBE

Dagirkeriya dewleta Tirk di vir de israr dike. Eger Erdogan û Bahçelî di dagirkeriyê de bi israr nebin, ne wê Dersim dubare bibe, ne wê Koçgirî dubare bibe, ne jî wê Efrîn dubare bibe. Divê dagirkeriya Tirk vê baş bizanibe. Gelê me çi Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava divê nekeve di bin şerê psikolojik, şerî taybet yê propagandaya dewleta Tirk. Bi taybet ji bo hin qenalên Başûr divê nekeve di bin kontrola wê de. Li gorê wan tu kes nikare pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk bisekine. Ew dixwazin encam bigrin û li ser vê bijîn. Niha xiyanetê meşrû dike. Hêviya berxwedanê dixwazin lewaz bikin. Ev hemî mijrên cidî ne. Divê tu kes alîkariyê ji dewleta Tirk re neke. Şurên wan tuj neke, çekên wan xurt neke. Ewên rastiya berxwedanê nizanin bila di pozisyona xiyanetê de jî nebin. Tişta ku em ji van her du şehadetan derxînin ev e. Heke piştgiriya me nakin bila piştgiriya dewleta Tirk jî nekin. Divê xwe ji pozîsyonekî xiyanetê derxin. Heke heta îro nizanin divê ji vir şunde bizanibin. Şehadeta heval Helmet li ber çavê her kesî pêşket. Heke îstîxbarat li erdê nebûya ew şahadet çêne dibûn. Di wan êrîşan de sê caran lêdan heye. Hem yê heval Zekî hem jî yê heval Helmet hebû. Ev îstîxbaratên di erdê de diçin, Ewên agahiyan didin hene, van agahiyan hêzên heremê dide. Çi di nav Zanyarî de çi di nav Parastinê de dibe. Di belgeyên MİT’ê de hene, hêzên ku li Başûrê Kurdistanê kar dikin hene. Hevalên me yên aleqeder di daxuyaniyên xwe de îfade kirin. Bi Zanyarî re û di vê astê de kar kirin, sûcê netewî ye. Bi parastin re kar kirin di vê astê de sûcê netewî ye. Gelo? Çi berjewendiyên wan di vir de heye? Divê bejin ji vê têkîliyê me îstîfade kir. Ez derveyê çend malbatan dibêjim. Tecruba ku bê derxistin, li hember îxanetê, li hember nokertiyê, li hember berjewendiyên biçûk, pêwîste seknek hebe. Ev hêza gelê me çênake, berovajî dijmin bi hêz dibe. Ji Başîka û her deverên Başûrê Kurdistanê baregeh ava kirine.

ÇARESERÎ YEKÎ Û KONGREYA NETEWÎ YE

Tu kes nikare vê înkar bike, heke pêwîst bike em ê vê ji raya giştî re nuqte, nuqte eşkere bikin. Ji xwe hewce nake her kes dizane. Ez jî li ber vê dikevim, gelê Başûrê Kurdistanê li dijî rejima Sedam li dijî qirkirina Sedam, di vê astê de bi rûmet li ber xwe da. Ji bo çi li dijî dagirkeriya Tirkan ewqas bêdeng in? Siyasetmedar ewqas bêdeng in, Ma!dagirkeriya Sedam xirabe, Dagirkeriya dewleta Tirk başe. Dagirkeriya Îranê xirabe, dagirkeriya Tirk başe. Dagirker dixwazin bi me re bileyzîn, dixwazin bi gelê me re bileyzin. Divê tu Kurd, tu siyasetmedar tenezulê van tiştan nekin. Em nabêjin; xwe ji dinyayê qûd bikin, têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi tu kesî re nedin meşandin. Divê li dijî hizbên din, li dijî parçeyên din nebe. Tişta ku em dibêjin ev e. Ji bo na wê pêdivî bi çi heye? Yekîtiya gelê Kurd, çare yekîtiya gelê Kurd e. Hin kes ji vê bê hêvî bûne. Ewqas tê gotin Konferans û Kongre çênabe. Divê em vê pirsê jî bikin. Ev çend sedsal in ev tê gotin; parçebûna ku çêbûye pir tişt ji me biriye. Em ji Qesrê-Şirîn bigrin heta niha çar sed û pênç sed salin.Di sedsala dawiyê de sê perçe ji me bir. Texrîbatên ku hatine kirin bila kesek li bendê nebe wisa zû bê çêkirin.Kedek pêwîst e, israr pêwîst e. Di astekî mezin de dilê Kurdan bi hev re lê dide. Li çar parçeyên Kurdistanê, şiyariyek heye. Bi rêka televîzyonan, bi rêka înternetê, zanebûnek heye. Weke ku tê xwestin nîne. Li gorî 50 salan, ev astekî bilinde. Heke ciwanekî Bakur diçe, Şaho şehîd dikeve, heke ciwanekî Kirmanşahê diçe, Dersimê şehîd dikeve. Heke ciwanekî Dîlokê, diçe, li Kerkûkê şehîd dikeve, ev pêşketinekî pir mezin e. Divê şiyarbûn civakî bibe. Divê yek îrade çêbibe, bêguman îro pêncî mîlyon nifusa gelê Kurd heye. Bê guman cûr bi cûr tebeqe hene, bawerî hene, çand hene, bêguman pirsgirêkên wan cuda nine. Ji bo çareserî û ji bo hizbên cuda jî em ne dijberê wan in. Ev cudabûna Kurdistanê bi pir rêxistin û partiyan bê ziman ev tiştekê bê wate nîne, wateyekî xwe heye. Hebûna wan û ewlekariya wan bi çi pêkan e? Bi xeta Serok APO û netewa demokratik pêkan e. Ev bi zanistî û israrê pêş dikeve. Divê xetê de gelek berdêl hatin dayîn. Em ê hîna bidin, ew ên di rêka heval Zekî û heval Helmet de meşiyan, em jî rêwiyê wê xetê ne. Bila kes nebêje va me Mam Zekî û heval Helmet şehid xist, wê ev doz xilas bibe. Berovajiyê wê wê hê xurtir bidome. Wê Mam Zekî û heval Helmet hîn zêdetir bibin. Bi vê minasebetê ez carekî din her du hevalan bibîrtînim. Ji malbata wan û gelê me re sersaxiyê dixwazim, ji ber ku em di xeta wan de serkeftinê dibinin…”