Tecrîda li Îmraliyê li Mêrdînê hate şermezarkirin

Li Mêrdînê tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin û bang li gelan û saziyên navneteweyî hate kirin.

Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP'ê ya partiyê hate dayin û gelek kes lê amade bûn.

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salîh Kûbay diyar kir ku tecrîd mîna tecrîda li Îmraliyê di dîrokê de nehatiye dîtin û got, "Tecrîd îro li her qadê belav bûye. Zext û zordariya li ser partiya me ku ji bo tasfiyekirinê têne kirin, dewama polîtîkaya tecrîdê ye."

Kûday got, "Polîtîkaya tecrîdê ku ji bo têkbirina destketiyên Kurdan tê meşandin, demeke dirêj e dibe sedem ku li Tirkiyeyê mafên mirovan bê binpêkirin. Ji ber vê yekê şikandina tecrîdê çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye."

Kûday anî ziman ku têkoşîna li dijî tecrîdê xwedîderketina li demokrasî, maf û azadiyan, têkoşîn û destketiyên jinan e, têkbirina sîstema xizanî, bêkarî û koletiyê ye.

Kûday bang li her kesên ku alîgirê Tirkiyeyeke dûrî ji şer û saziyên navneteweyî kir ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.