Tecrîda li Îmraliyê, li Dersimê hate şermezarkirin

Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Nûrşat Yeşîl bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest, bersiv ji daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bê dayin.

Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, Rêxistina HDP'ê ya Dersimê xwest li ber avahiya partiyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Polîsan bi hinceta tedbîrên dijî şewbê destûr neda ku daxuyanî bê dayin. HDP'iyên hatin astengkirin li pêşiya deriyê avahiya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Bila daxwaz bên qebûlkirin, grevên birçîbûnê bi dawî bibin" hate hildan.

'BILA BERSIV JI DAXWAZAN RE BÊ DAYIN, DAWÎ LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BÊ ANÎN'

Heserokê HDP'ê yê Dersim Nûrşat Yeşîl nerazîbûn nîşanî astengiyê da û bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan gihîştiye 63 rojan.

Nûrşat Yeşîl kiryarên xerab ên li girtîgehan bi bîr xist û got, "Bila bersiv ji daxwazên girtiyan re bê dayin ku greva birçîbûnê bi dawî bibe. Ji bo şert û mercên giran li girtîgehan rû nede divê em jiyanê biparêzin. Lewma em li vê derê dengê xwe bilind dikin."