Heyeta ji 39 kesî ya ji welatên cuda, ku di çarçoveya kampanya ‘Dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim’ hat Tirkiyeyê, di deklarasyona hevpar de got, “Ji bo pêvajoa demokratîk bi potansiyeleke xurt bi ser bikeve divê Birêz Ocalan û girtiyên siyasî tavilê û bêşert bêne berdan.”
Ji heyeta ku gelek parlamenter, hiqûqnas, nivîskar û rojnamevan di nav de bû parêzerê Îtalî Fabio Marcelli ji ANF’ê re axivî. Marcelli diyar kir ku 33 sal in ew bi meseleya Kurd re eleqedar dibe û destnîşan kir ku ji bo aştiyeke wekhev a girîng ew e ku gel xwedî li pêvajoyê derkeve.
‘JI AVABÛNA DEP’Ê Û VIR VE BI MESELEYA KURD RE ELEQEDAR IM’
Marcelli destnîşan kir ku ji dema avabûna Partiya Demokrasiyê (DEP) û vir ve ew bi meseleya Kurd re eleqedar dibe û got, dema ku Leyla Zana, Orhan Dogan, Ahmet Turk jî di nav de mafê destnedana parlamenteriyê ya parlamentên DEP’ê hate rakirin û li Dadgeha Ewlekariya Dwletê hatin darizandin, ew hingî hat Tirkiyeyê.
Marcelli komploya navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan bi bîr xist û li ser rola Îtalyayê ya di komployê de got, “Rewşa aboriyê ya Îtalyayê ya wê demê, têkiliyên xwe yên bi NATO û Tirkiyeyê re û zexta navneteweyî hikumeta Îtalyayê dehf da nava helwesteke bi vî rengî. Têkildarî vê meseleyê rewşeke paradoksî heye. Ji ber ku Dadgeha Roma ji xwe zanîbû ku Tirkiye wê bi rengekî wekhev Abdullah Ocalan mehkeme neke, lewma serlêdana wî ya ji bo penaberiyê qebûl kir. Lê belê piştre ev helwesta xwe guhert. Bêguman ev rewş ji aliyê hiqûqî ve li gorî pîvanên demokratîk nayê qebûlkirin.”
‘FIKRÊ KONFEDEARLÎZMA DEMOKRATÎK Ê OCALAN GELEKÎ HÊJA YE’
Marcelli destnîşan kir ku Abdullah Ocalan fikrekî gelgekî hêja afirand, di navenda fikrê wî de ji aboriya gel heta bi azadiya jinê û alîgiriya ekolojiyê gelekî hêja ye.
Marcelli anî ziman ku ev fikir ji bo Rojhilata Navîn û Cîhanê gelekî girîng e û got, “Bûyerên ku îro li Rojhilata Navîn diqewimin, bi taybetî kiryarên Îsraîlê yên li Fîlîstînê nîşan dide ku rêveçûn bi ti awayî baş nîne. Lewma fikrê civaka demokratîk ê Ocalan rêya rizgariya ji vê rêveçûnê nîşan dide. Ji ber vê yekê konfederalîzma demokratîk ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, lê ji bo gelek welatan modeleke ku dikare bê pêkanîn. Ji ber ku di nava civaka kapîtalîst de dema we girîngî dan tevlîbûna gel, hingî hevsengiyên hêzê dikarin biguherin.”
‘YA GIRÎNG CIVAKÎBÛNA MESELEYÊ YE’
Marcelli destnîşan kir ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan bangeke welê ye ku pêvajoyê bi rengekî erênî bi pêş ve dibe û got, di demekê de ku bêçekbûnt ê axaftin, pêvajo dikare bê pêşveibrin û başkirin.
Marcelli destnîşan kir ku ji bo Abdullah Ocalan karibe bi rola xwe rabe, beriya her tiştî divê tecrîd bê rakirin û azad bibe û got, “Di serî de zimanê dayikê gelek mafên gelê Kurd nîne. Ev mafên qanûnî divê bi destûra bingehîn û qanûnan bêne misogerkirin. Her wiha pêvajoya ku bi rê ve diçe jî divê bi rengekî qanûnî bê ewlekirin. Divê hikumeta Tirk gavê biavêje.”
Marcelli ragihand ku ji bo aştiyeke wekhev divê gel tevlî pêvajoyê bibe û got, “Civakîbûna meseleyê gelekî girîng e. Xwedîderketina gel a li aştiyê gelekî girîng e. Yên ku şer dikin ji xwe dikin, lê belê ji gel kes şer naxwaze. Çareseriya meseleya Kurd a li Tirkiyeyê wê bê wateya demokratîkbûna her kesî. Pêvajoyeke ku gel tevlî bûye wê karibe vê demokratîkbûnê pêk bîne. Ev yek ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wiha Îtalya jî di nav de ji bo welatên cuda jî derbas dibe. Di vir de ya girîng civakîbûna meseleyê ye.”