Tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin: Em ê tecrîdê bişikînin

Meclîsa Ciwanan a Wanê ya DEM Partiyê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û got, "Mejiyê ku zexta qirkirinê li gelê me dike bila zanibe ku em ê tecrîdê bişikînin."

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî tecrîda ser Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 35 meh in tu agahî jê nayên girtin, li Wanê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamentera Wanê Pervîn Bûldan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) tev li daxuyaniya li pêşiya avahiya partiyê hatiye lidarxistin bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rêberek azad, welatek azad” hate vekirin.

Daxuyanî endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Abdullah Gurkan xwend. Gurkan bal kişand ser kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” a li gelek navendên cîhanê bi çalakiyên cuda berdewam dike.

Gurkan da zanîn ku tecrîda ser Ocalan hatiye girankirin, ji tirsa belavbûna paradîgmaya ku wî pêş xistiye pêk tê û wiha axivî: “Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de û di nava gelek gelên cîhanê de xwedîderketineke mezin a Abdullah Ocalan derket holê. Ji ber ku gel dizanin azadiya birêz Abdullah Ocalan temînata jiyana mirovane ye. Paradîgmaya li Îmraliyê pêşxistiye, nîşaneya rêbertiya gelan e. Ji ber desthilat vê yekê dizane, tecrîdê kûr dike û di polîtîkayên şer de israr dike.”

Gurkan destnîşan kir ku tecrîda weke îşkence û qirkirinê dom dike, hatiye asteke ku êdî nayê qebûlkirin. Di berdewama axaftina xwe de Gurkan da zanîn ku bi pergala tecrîdê, mafê civakê yê aştî û azadiyê asteng dike û wiha pê de çû: “Ev 3 sal in bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nayê stendin. Hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatê tê astengkirin. Ev polîtîka bi Îmraliyê re sînordar namîne û bi vî awayî tevahiya civakê tê hedefgirtin. Ev jî nîşan dide ku tecrîd bûye şêwaza birêvebirina welat.”

Gurkan di dirêjiya axaftina xwe de anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin, mînaka herî şênber ya dijminatiya kurdan û gelên din a dewletê ye û axaftina xwe wiha domand: “Pergala tecrîda li Îmraliyê, nîşan dide ku li dijî Tirkiye û Kurdistanê polîtikayên dijminane yên dewletê di dewreyê de ne. Ev polîtîka tevahiya civakê bandor dike, taybetî jî jin û ciwanan dike hedef. Pirsgirêka ciwanan a pêşeroj û hewînê, dîtina kar, azadî, ji tecrîda li Îmraliyê tê sepandin cuda nîn e. Divê ciwanên li Tirkiyeyê û Kurdistanê baş zanibin ku, yên ku dibêjin, ‘Ma hûn dizanin bê ka bihayê fîşekekê çiqas e?’ berpirsê qetilkirina ciwanên ên di nava asonsoran de, berpirsê bêkar mayîn, bê pêşeroj û bêhêvîbûnê û arasteyî xwekuştinê ne. Her ciwan û tevahiya gelê me divê baş hîs bike ku tecrîda li Îmraliyê, di hişan de, di nava malên me de, di dibistanên ku em tê de dixwînin de û li her derekê ye. Ji ber wê hemberderketina tecrîdê, xwedîderketina azadiyê ye, hemberderketina tecrîda li Îmraliyê, xwedîderketina mirovahiyê ye.”

Gurkan diyar kir ku divê demildest azadiya Rêberê Gelê Kurd were pêkanîn û da zanîn ku têkoşîna wan heya tecrîd bi dawî dibe dê bênavber, bidome.

Gurkan di dawiya axiftina xwe de got ku, “Gava ewil û herî xurt ya azadkirina civakê, azadkirina birêz Ocalan e û wiha derbirî: “Dema ku we li ciheke ku azadiyê nebîne lê dinêrin, dema ku hûn wek nedîtî nêz dibin, hûn ê bikevin nava polîtîkayên desthilatê yên tecrîdê. Ev yek jî ji têkoşîna demokrasiyê derdikeve, vediguhere piştgiriya pergala tecrîdê ya desthilatê. Desthilat li aliyekê di polîtîkayên tecrîdê de israr dike, li aliyê din kesên qala tecrîdê dikin, bi awayeke eşkere tehdît dike. Sedem ev yek e. Bi vî awayî, dixwaze bi tecrîdkirina tekoşîna li dijî tecrîdê, civakê bi danezanên xwe yên faşîzane bi rê ve bibe. Ji ber wê, divê em dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bikin. Divê feraseta ku gelê me xistiye dorpêça qirkirinê baş zanibe ku em ê li her cihê ku lê ne dê tecrîdê bişkînin û dê têkoşîna me heya azadkirina Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan bidome.”