Tecrîd û dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin

Welatiyên penaber ên Mexmûrê bi meşeke meşaleyî tecrîda girankirî ya li ser Rêbeêr Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin.

Bi pêşengiya TCM(TJCM bi meşeke meşaleyî bi tevlîbûna ciwan û gelê Wargeha Şehdî Rûstem Cûdî, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Meş ji pêşiya avahiya Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TCM/TJCM) bi dirûşm û pêxistina maşaleyan meşek heta Parka Şehîd Aryen Cûdî hate lidarxistin.

Piştî ku meş gihişte Parka Şehîd Aryen Cûdî li vir deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdên Şoreşê û Tevgera Azadiya Kurdistanê hate girtin. Li ser navê ciwanan Hevserokê Saziya Ciwanan Nûdem Yeman daxuyanî da.

Yaman di daxuyaniyê de destnîşan kir ku asta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her diçe zêde dibe û got: “Weke ciwanên Kurd wê li dijî vê sîstema tecrîdwarî li ber xwe bidin û tecrîdê nepejirînin. Dîsa wê ciwan bi ruhê fedayî xwedî li Rêbertiya xwe û gelê xwe derkeve."

Yaman bal kişand ser dagirkeriya Tirk û wiha got: “Di demekî evqas hêzên dagirker lewaz de, weke hêzên pêşeng ciwan û jinên ciwan derfetê me heye ku em derbên xurt li faşîzim û dagirkeriyê bixin zêdetir e. Em îro weke ciwan derbasî Qonaxa Duyemîn a Pêngava Serî hilde bûne. Li ser vî bingehî divê em di çarçoveya pêngavê de têkibirina faşîzim û dagirkeriyê bikin hedef.”

Yaman diyar kir ku yekane hêza ku li dijî her cûre êrîşên li ser Kurd û Kurdistanê xwe bike mertal û dijmin ji welatê xwe bi qewitîne ciwan in û got: “Hêzê herî zêde dijmin jê ditirese, ciwanên rêxistinkirî ne, yên xwedî ramanên Serokatî û hestên welatparêziyê ne. Ji bo wê di çarçoveya Pêngava Serî hilde de divê bi ruhê seferberiyê xwe birêxisin bikin û bersiva her cûre êrîşên dijmin bidin.

Hevseroka TCM/TJCM Nûdem Yaman destnîşan kir ku îro bi desteka PDK’ê hêzên dagirker dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin û got: “ Tirkiye bi hevkariya îxanetkar a PDK’ê dixwaze Başûr dagir bike. Em weke ciwanên Mexmûrê her demê ji dijî her cûre êrîşên hov bûne bersiv. Bila hêzên dijmin baş binze wê ev êrîş bê bersiv nemîne.”

Çalakiya bi dirûşmên “Li dijî dagirkeriyê serî hilde”, “Li dijî faşîzma qirker serî hilde”, “Ji bo azadiya Rêber Apo serî hilde” û “Ji bo Kurdistanê serî hilde” bi dawî bû.