Taştê ya Wanê bêyî penêrê bi pincar nabe
Penêrê bi pincar, ku bi gelek pincarên cuda tê çêkirin, ji ber Rewşa Awarte û krîza aboriyê bi zehmetî peyda dibe.
Penêrê bi pincar, ku bi gelek pincarên cuda tê çêkirin, ji ber Rewşa Awarte û krîza aboriyê bi zehmetî peyda dibe.
Taştê ya Wanê êdî li gelemperiya cîhanê deng vedaye. Ya ku herî zêde tehmê dide vê taştê jî penêrê bi pincar e ku bi kedeke gelekî mezin tê amadekirin. Şîrîn Baba ku li sûka penêrfiroşan kar dike dibêje, ev penêr bi kedeke mezin a jinan tê amadekirin.
Pincarê ku di çêkirina vî penêrî de tê bikaranîn, li herêma Serhed û Botanê şîn dibe. Bêhn û tehma vî penêrî naşibe ti penêrî. Ji bo çêkirina vî penêrî, naneya li zozanan, awîşen, sîrmo, sîrik, mendo, helîs, caşûr, siyabo ji zozanan tên komkirin û bi şîrê mihê ev penêr tê çêkirin. Ev penêrê ku çêkirina wê zehmet e, li Wanê û herêma li vê derdorê, çavkaniya herî girîng a debara gelek malbatan e.
Şîrîn Baba ku li sûka penêrfiroşan kar dike dibêje, ev penêr bi kedeke mezin a jinan tê amadekirin.
LI FEBRÎQEYAN NAYÊ ÇÊKIRIN, LI GUNDAN TÊ ÇÊKIRIN
Dema ku heywan ji bo çêrandinê berê xwe didin çêrgehan û li çiyê giha nû şîn dibin, yanî demsalên bihar û havînê de çîroka vî penêrî dest pê dike. Dikandar Şîrîn Baba (60), ku li sûka penêrfiroşan kar dike dibêje, kedkarên herî mezin ê vî penêrî jin in. Şîrîn Baba qala çîroka penêrê bi pincar kir:
"Penêrê bi pincar bi taybetî li Wan, Erdexan, Mûş, Colemêrg, Şirnex û Sêrtê tê çêkirin. Penêrê bi pincar ê di demsala havînê de tê amadekirin, bi rengekî kûp di nava şoraviyê de tên hiştin. Ev penêr bi qasî 6-7 mehan di binê axê de tê hiştin. Dema ku di binê axê de dimîne, tehm dikeve penêr. Ya ku tehmê dide penêr jî pincarê ji zozanan hatine komkirin e. Li Wanê, penêrê bi pinca bi giranî li gundan tê çêkirin. Febrîqe yan jî cihekî din ê hilberînê nîne. Li gundan, di nava şert û mercên xwezayî de tê çêkirin. Her tiştê xwe xwezayî ye."
'JI BER KRÎZA ABORIYÊ ÊDÎ KES NAYÊ SÛKÊ'
Penêrê bi pincar ji bo gelek mirovan çavkaniya debarê ye. Lê belê ji ber Rewşa Awarte û krîza aboriyê bi zorê peyda dibe. Dikandar Şîrîn Baba bal kişand ser vê pirsgirêkê û got, "Ev giha û pincar tenê li çiyayên Kurdistanê şîn dibin. Ez li dikana xwe penêrê bi pincar, keşkek û mast difiroşim. Buhayê penêr li gorî her demsalê cuda ye, lê belê îsal ji ber krîza aboriyê ez kîloya vî penêrî bi 15 TL difiroş im. Me par penêrê bi pincar bi 20-25 TL'yî difirot. Îsal ji ber krîza aboriyê kesek nayê sûkê. Weke dikandarên Wane em dixwazin Rewşa Awarte bê rakirin û sûka me li rojên berê vegere."