Talan û mêtingeriya li Qesra Erdogan

Ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan li navçeya Xelatê 'Qesra Serokkomariyê' tê çêkirin. Bi sedan karkerên lê dixebitin nikarin maeşên xwe werbigirin. Nayê zanîn ku bi milyonan lîre pere bi ku ve çûye.

Bi fermana Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan li navçeya Xelat a Bedlîsê li qiraxa Gola Wanê qesr tê çêkirin. Bi sedan karkerên ku bi erzanî lê tên xebitandin nikarin pereyên xwe werbigirin.

Li Bedlîsê û navçeyên wê rêjeya bêkariyê 80 ji sedî ye, lewma piraniya mirovên li herêmê koç dikin. Di dema dawî de koçberên Tirk ên ji Asya Navîn hatin li herêmê hatin bicihkirin û bi vî rengî hewl didin ku nifûsa herêmê biguherînin. Di çarçoveya plana 'Şark Îslahat' de yek ji wan bajarane ku polîtîkaya 'Tirkkirina Rojhilat' herî zêde lê tê meşandin. Heman polîtîka bi destê Erdogan jî tê dewamkirin. Bi qesra ku Serokkomarê Tirk Erdogan li Xelatê çêdike, dixwazin nîşan bidin ku ev herêm 'warê Tirkan' e. Bi fermana Erdogan ji bo Tirkên Ahiskayî yên li Ûkraynayê lê bên bicihkirin li navçeya Uzumlu ya Erzînganê û navçeya Xelat a Bedlîsê TOKÎ avahî amade kir. Li Xelatê jî bi navê Donetsk TOKÎ sîteyeke nû hate avakirin.

TALANKARÎ Û MÊTINGERIYA LI DIJÎ KARKERÊN KURD

Li 'Qesra Serokkomariyê' ku li qiraxa Gola wanê li qadeke ji 32 donimî tê çêkirin bi sedan karker tên xebitandin. Qesra ji bo Erdogan nêzî du sal in tê çêkirin, nayê zanîn ku heta niha ji wê re çiqas pere hatiye pêşkêşkirin. Qesr bi rengekî nepenî li qiraxa Gola Wanê tê çêkirin. Ketina qada înşaetê, kişandina dîmenan qedexe ye. Derdora înşaetê bi bendan hatiye girtin û nayê hiştin ku ji derve ve bê dîtin. Karkerên li înşaetê tên xebitandin di lêpirsîna ewlekariyê re tên derbaskirin û li karkeran qedexe ye ku bi telefonê bikevin qada înşaetê. Piraniya karkerên li qesra Erdogan tên xebitandin ji Osmaniye, Kîlîs, Edene û Dîlokê ne. Karkerên ji van bajaran tên anîn rojê bi 150 heta 200 lîreyî dixebitin. Karkerên ji bajarên Kurdan ên Bedlîs, Wan û Agiriyê jî rojê bi 50 heta 60 lîreyî tên xebitandin.

Karkerekî ji navçeya Patnos a Agiriyê ku nexwest ji ber ewlekariyê navê xwe eşkere bike anî ziman, ku ew ji havînê ve li înşaeta qesrê dixebite lê belê hîn jî nikare pereyê xwe werbigire. Karker anî ziman ku di nava karkeran de cihêkarî tê kirin û got, "Çar meh in ez li wir dixebitim. Karê herî giran bi karkerên Kurd didin kirin. Karkerên ji Osmaniye û Kîlîsê hatine anîn bi 150 heta 200 lîreyî tên xebitandin, lê belê 50 heta 60 lîreyî didin me. Vî pereyî jî di dema xwe de nadin. Qada înşaetê û karê tê kirin bi rengekî nepen tê kirin. Karkerên ku bi telefonê ketin qada înşaetê û dîmenên wê li medya civakî parve kirin ji kar hatin derxistin."