TAJÊ: Gelê Êzidî wê hesabê ji xayin û xwefiroşan bipirse

TAJÊ bi daxuyaniyekê diyarkir ku civaka Êzidî wê ti carê şehîd Merwan Bedel ji bîr neke û ragihand, “Bredêl çi dibe bila bibe emê mîsoger bigihin azadî û xweseriya xwe, ev soza me ji şehîdên me re ye.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarê êrişa hewayî ya dewleta Tirk duh li Şengalê pêkanîbû û di encamê de Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweseriye Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel şehîd bibû û 2 zarokên wî birîndar bibûn daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir, “Ev êrişên hovane bi hevkariya PDK’ê, Iraq û xiyanetkaran pêk tên.”

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

“Dewleta Tirk ya dagirker û qirker ku rojana bi komkujiyan dixweza tola DAÎŞ’ ê hilîne, li xaka pîroz ya Şengalê carek din komkujî pêk anî. Dewleta Tirk ya dagirker bi hevkariya PDK, Iraq û xiyanetkaran pêşengên Civaka Êzidî hedef digre. Herî dawî bi hedefgirtina pêşeng, fermandar û mamosteyê Civaka Êzidî Merwan Bedel xwestin ku gelê Êzidî  bê hêz û bê îrade bikin. Hedefgirtina pêşengên civaka Êzidî hedfgirtina çand, dîrok û baweriya civaka Êzidî ye. Ev pêşengên me çand, dîrok û baweriya Êzidxanê parastin, di rojên fermanê û rojên giran de parastin. Di roja îro de jî ji civaka azad û xweser re pêşengtî dikin, jiyanan azad ji bo gelê xwe diafirînin. Civaka Êzidî tu carî wê van qehreman û pêşengan ji bîr neke.

Dewleta Tirk ya dagirker bi awayek eşkere li pêş çavê cîhanê komkujiyan pêk tîne û cîhan bê deng dimîne, bêdengî hevkariya  komkujiyane. Em weka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) vê bêdengî û hevkariyê şermezar dikin. Ev êrîşên hovane bi hevkariya PDK'ê, Iraq û xiyanetkaran pêk tên. Gelê Êzidî wê hesab ji xayîn û xwefiroşan bipirse.

Weke Tevgera Azadiya jinên Êzidî ( TAJÊ ) em sersaxî ji gelê Êzidî û malbata Şehîd Merwan Bedel re dixwazin. Rêheval Merwan Bedel ji bona civaka Êzidî di her alî de pêşeng bû. Dema pêwîst de şervan bu, fermandar bû, dîplomat bû, pêşengê mezin yê gelê xwe bû. Em weke civaka Êzidî dizanin ku bedelê azadiyê girane, civaka Êzidî îro bedelê jiyana azad û xweser dide. Dibe ku hîn bedel bêne dayîn lê em weke civaka Êzidî bi taybet jinên Êzidî tu carî dev ji mafê xwe yê xweserî û azadiyê bernadin.  Bredêl çi dibe bila bibe emê mîsoger bigihin azadî û xweseriya xwe, ev soza me ji şehîdên me re ye.”