TAJÊ bang kir: Heta agahî ji Rêberê xwe werbigirin, nesekinin

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bang li gelê Kurd kir ku heta agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê wergirtin nesekinin.

Erdheja li Derya Marmarayê fikarên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde kir, ku nêzî 3 sal in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) li nahiyeya Sinûnê ya Şengalê daxuyaniyek li ser mijarê da çapemeniyê.

Daxuyanî bi amadebûna endamên TAJÊ li ber meclisa jin a Sinûnê ji aliyê Şemê Remo ve hate dayîn. Şemê Remo diyar kir ku metirsî li ser Rêberê Gelê Kurd heye û got, "Tê gotin, li cihê ku Rêbertî lê dimîne erdhej çêbûye, ev jî fikarên me yên derbarê rewşa Rêber Apo de zêde dike. Em bi navê jinên Êzidî  bang li CPT’yê dikin di zûtirîn dem de hevdîtin bi Rêbertî re bike û gel ji rewşa wî agahdar bike."

Şemê Remo bang li gel û azadîxwazan kir ku li dijî vê rewşa li Îmraliyê rabin û got: "Niha rewşa Rêbertiya me di xeteriyê de ye. Ev rewş divê neyê qebûlkirin. Ji ber vê em bang li tevahiya gelê xwe û li çar parçeyên Kurdistanê jî dikin, heya agahî ji Rêber Apo neyê girtin, nerûnin û rabin ser piyan."

Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.