Sûr li dijî hilweşandinê li ber xwe dide

Li Sûrê, ku bi zora polîsan tê valakirin û xerakirin, tevî ku av û elektrîk li ser hatiye birîn jî gel ji malên xwe dernakeve û li ber xwe dide.

Avahiyên li nava xirbeyan... Malên dor li wan hatine girtin û taxa Alîpaşa ya Sûrê, ku veguheriye girtîgeheke vekirî... Şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê, bi mehan e li dijî talankirin û hilweşandina xaniyên xwe li ber xwe didin. Pêr danê sibehê, niştecihên taxan careke din bi dengê polîsan hişyar bûn. Xaniyên ku tevî şer, mirin û salên dûr û dirêj hilneweşiyan, niha bi makîneyên kar yek bi yek tên hilweşandin. Li ser gelê ku bi bendan dor lê hatiye girtin, careke din sirgûn û koçberî tê ferzkirin. Tevî ku ti peyman tine ye jî, hewl hate dayin ku ev taxên navborî ji aliyê TOKÎ ve bên desteserkirin û pêşkêşî alîgirên AKP'ê werin kirin. Şêniyên taxan naxwazin ji malên xwe derkevin. Polîsên Tirk yek bi yek ketin nava malan û gef li mirovan xwaribûn ku di nava 2 saetan de vala bikin. Polîsên Tirk piştre dor li xaniyên welatiyan girtin, nehiştin welatî bikevin xaniyên xwe yan jî jê derkevin û weke gava destpêkê li taxa Alîpaşayê, 50 ji 500 xaniyên li kolana jorê dorpêç kirin û hewl dan gel jê derxînin. Li taxê, ku tevahiya rojê panzer û polîsen sivîl û fermî lê geriyan, nîqaşeke mezin derket.

Li her du taxan ku elektrîk û av bi rojan li ser hatiye birîn, gel ava xwe ji mizgeft û dêrê dikişand, lê ew jî birîn. Şêniyên Sûrê tasek av ancax piştî sekneke demdirêj a li ber tankera avê karîbûn peyda bikin. Jinên di rêza girtina avê de bûn, hinekan nexwestin em dîmenê wan bikişînin, hinekan jî ji bo vê rewşa sosret vebêjin, ji me re axivîn.

JI BO XANIYÊ JI BAVÊ WÊ MA YE LI BER XWE DIDE

Azîze Tosûn a 55 salî, ku ev 4 sal in bi tena serê xwe li Sûrê dijî, ji hevserê xwe cihê bûye û bi alîkariya şêniyên taxê debara xwe bi xwe dike. Tosûn, ku dewleta Tirk dixwaze wê ji xaniyê ji bavê wê ma ye derxîne, dema ku qala mala xwe û bûyerên bi serê wê ve hatiye dike, rondik ji çavên wê dibarin. Tosûn destnîşan dike, ku yekane mal û milkê wê, ev xaniyê ji bavê wê jê re ma ye û pirsa, "Eger ez ji vir bêm derxistin, ez ê çi bikim?" dike. Tosûn gazinan dike ku eger ji Sûrê were derxistin, ew nikare konekî jî peyda bike ku li bin bistirê û dibêje, ji ber ku cihekî ew biçê û karibe lê bijî nîne, ew ê dest ji Sûrê bernede. Tosûn dibêje, "Ez bimirim jî ez ê ji vir dernekevim."

DAIŞ'Ê EV YEK NEANÎ SERÊ ŞÊNIYÊN KOBANÊ

Fevîz Bîngol jî anî ziman, ku ev demeke av û elektrîk li ser wan hatiye birîn û got, "Dixwazin me ji vir derxînin. Ev 40 sal in ez li vir im, esnaf im û mala min li vir e. Ji niha û pê ve ez ê bi ku ve biçim. Ya ku bi serê me ve dikin, ne DAIŞ'ê anîn serê gelê Kobanê, ne jî Îsraîlê bi Fîlîstîniyan kir. Em di nava rojên zor û zehmet de ne. Bend danîne dora mala me. Malbateke ji 13 kesan, ez ê ji bilî Sûrê karibim li kîjan malê bi cih bikim. Malên me mezin e. Hêza min nîne ku xaniyekî din bigirim. Ji xwe nikarim li cihekî din ewqas mirovan xwedî bikim."

Bîngol diyar kir, neviyê wî danê sibehê hatiye û dîtiye ku ji ber bendan nekariye bikeve hundir û got, "Bila me bikujin. Ji vê bêhtir tişta nebaş bi me bikin çi ye? Em ê dest ji xaniyên xwe bernedin. Di nava bendan de, di nava rewşeke bê av û bê elektrîkê de bila her meh bên cesedê me derxînin, lê me ji xaniyên me dernexînin. Ji bo em ji xaniyên xwe derkevin pere didin me. Bila werin ez ji heqê xaniyê xwe bêhtir pere bidim wan, lê min ji xaniyê min dernexînin. Ez ê bixebitim û deynê wan bidim, lê li cihekî din nikarim bijîm. Ya ku bi serê me ve tînin xesp e, zilm e. Em ê teqez ji Sûrê dernekevin. Bila bi vê zanibin."

'EM Ê BIMIRIN, LÊ JÊ DERNEKEVIN'

Rojda Ersoy ku hê 17 salî ye û vê zilmê dibîne, anî ziman ku Sûr veguheriye girtîgeha vekirî, lê çi dikin bila bikin ew ê dest ji Sûrê bernedin. Rojda Ersoy diyar kir, dewlet bi rojane bi zanebûn zilmê li wan dike û got, "Mirov vê yekê li mirovan nake. Gelo cihê van kiryarên wan di kîjan ol, mezhebê de heye? Ev ji xwe re dibêjin Misilman. Ne dîn ne jî îman bi van re maye. Ji wan heye ku bi perîşankirinê wê karibin me ji vir derxînin. Em ê Amedê bi temamî bi serê wan ve xera bikin, lê em ê ji Sûrê dernekevin. Heta ji me tê em niha bi bêdengî li bendê ne. Can carekê ji bedenê derdikeve. Eger bi vî rengî dewam bikin, ez ê xwe bişewitînim. Û ez ê nehêlim ku cenazeyê min jî ji vir derxînin."

TMMOB: PLANA ÎMARÊ JI NEDÎTÎ VE TÊN

Hevserokê Şaxê Amedê yê Odeya Plansazên Bajêr a TMMOB'ê Fatîh Tekîn, ku ji bo desteka bi Sûrê re timî bi welatiyan re rûdinê anî ziman, ku dema ji bo parastina Sûrê plana îmarê hate kirin, divê li gorî rewşa xwe ya organîk û civakî bê kirin. Tekîn diyar kir, bêyî esasgirtina gelê Sûrê û dîtina rewşa herêmê, plan hatiye kirin û bi vî rengî hewl tê dayin bê xerakrin.

Tekîn ragihand, ku bi çêkirina rêyên fireh û qereqolan li Sûrê, wê ji nû ve ji îmarê re bê vekirin û destnîşan kir, ku ev yek projeyeke were qebûlkirin nîne û ew ê li hemberî vê li ber xwe bidin. Tekîn da zanîn, ti derfetên stargeh û kar pêşkêşî gelê Sûrê nayê kirin, bi vî rengî xaniyên wan tên xerakirin û got, "Bi mexdûrkirina gelê Sûrê, bi zilm û zordariyê hewl didin ji Sûrê derxînin. Wezîfeya me hemûyan e ku em li ber vê zilmê rabin."