Sûlav a Bêgiriyê ye, lê pereyê wê dikeve bêrîka dewletê

Sûlava Bêgiriyê, ku bi rêya HES'an dest li şûna wê hatiye werdan, piştî ku şaredariya DBP'yî bi destê qeyûm hate desteserkirin, veguheriye qada rantê. Ji ziyaretkaran pere tê girtin, lê derdora wê jî nayê paqijkirin.

Sûlava Bêgiriyê, ku xeml û rewşa navçeya Bêgirî ya Wanê ye, bala tûrîstên xwecihî û biyanî dikişîne.

Li jor û jêrê Sûlava Bêgiriyê, 2 santralên hîdro elektrîkê (HES) hatin çêkirin. Bi HES'an re qadeke ji 25 kîlometreyan cihê ava sûlavê lê diherike hate guhertin. Pêşî li herikîna xwezayî ya sûlavê hate girtin. Ji ber HES'an cihê ku masiyê Darex (Chalcalburnus tarichi)) lê deyne jî kêm maye ji holê rabe. Ev bedewiya xwezayî Sûlava Bêgiriyê, tevî van hemû neyîniyan jî bala welatiyan dikişîne.

DEMA DIBE QEŞA Û DEMA DIHERIKE GELEKÎ BEDEW E

Sûlava Bêgiriyê, di dema zivistanê de qeşa digire û rengekî cuda yê bedewiyê radixe pêş çavan. Bi biharê re bi xumxumî diherike. Sûlava ji bilindahiya 20 metreyan diherik, dilê ziyaretvanan şa dike. Ji bo dîtina sûlavê ji nava welêt û derveyî welê tûrîstên xwecihî û biyanî tên.

Ji ber ku hewl tê dayîn ev bedewiya xwezayî bi rêya HES'an bê tinekirin, nerazîbûneke mezin derketiye holê.

ÇÊKIRIN HES'AN NE YA QEBÛLKIRINÊ YE

Ozgur Ceylan ziyaretvaneke ku ji bo dîtina vê derê ji Îzmîrê hatiye. Ceylan got, "Ev der bi rastî jî cihekî gelekî bedew e. Efsûnî ye. Dengê avê û hewa paqij a vê derê bêhna mirovan fireh dike" anî ziman, ku tinekirina cihekî bi vî rengî wî dêşîne. Ceylan destnîşan kir, ku çêkirina HES'ê li ser vê bedewiyê ne ya qebûlkirinê ye û got, "Pêwîste HES ên li vê derê bên betalkirin. Sûlava Bêgiriyê xemla xwezayê ye. Divê were parastin."

RANTA BI SÛLAVÊ TÊ BI DEST XISTIN

Welatiyê bi navê Mûrat Bay, ku ji bo dîtina Sûlava Bêgiriyê ji Edeneyê hatiye, diyar kir ku bi têkerî xwedî li cihekî bi vî rengî nayê derketin. Bay çopa li derdorê nîşan da û anî ziman, ku ew berê jî hatibû vê derê û got, "Hingî qeyûm li Şaredariya Bêgiriyê bi cih nebû bû. Şaredariya Bêgiriyê ya DBP'yî gelekî li vir miqate bû, paqij dikir. Rewş niha cuda ye, ne xema kesî ye. Sûlav veguherandine qada rantê. Tevî vê xemsariyê jî, li pêşiya Sûlavê pereyan mirovan distînin. Li şûna ku bê pêşkêşkirin, divê xwedî li vê bedwiya xwezayî bê derketin. Piştî ku tinebû, nema tê vegerandin."