Soylu hedef nîşan da, polîsên Tirk terora destgîrkirinê dane destpêkirin

Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk piştî ku li Meclîsa HDP'ê hedef nîşan da, polîsên Tirk vê sibehê dest bi terora destgîrkirinê kirin. Li Şirnex, Cizîrê û Silopya gelek kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk  serê sibê li navçeya Cizîra Şirnexê bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtin. Di rojên borî de Wezîrê Karê Navxwe Suleyman Soylû di Lijneya Giştî ya Meclîsê de HDP hedef nîşan dabûn. Piştî vê hedef nîşandanê bi çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin, polîsan bi ser avahiya navçeyê de girtin û lêgerîn heta saet 10.00’an berdewam kir.  
Polîsan dema ku bi ser avahiya partiyê de girtin deriyên derve û hundir hemû şikandin û tiştên hundir hemû belav kirin. Li ser mase û kursiyan şopên lingan hebûn. Polîsan wêneyên Hevserokên Meclîsa Gel ên Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel ku dema qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de hatibûn qetilkirin, Dayika Taybet (Taybet Înan) ku piştî li Silopiyayê hat kuştin cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar a di sala 2015’an de li Silopiyayê hatibûn qetilkirin û flamaya MEBYA-DER’ê bi kêran perçe perçe kirine û avêtine erdê. Polîsan di dema serdegirtinê de dest danîne ser hin materyalên dîjîtal, wêne, flama, rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê jî.  

Polîsan, ligel avahiya HDP’ê bi awayekî hemwext li navenda Şirnex, navçeyên Cizîr û Silopiyayê jî bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li Cizîrê Hevserokê MEBYA-DER'a Şirnexê Serhat Kuçuk, rêveberên HDP'a Cizîrê Naîm Înedî û Botan Em, welatiyên bi navê Asya Arslan, Mele Kasim Yîgît, Alî Tûnç, Azîz Ûygûr, Zîndan Mûlû, Velî Ekren, Diyar Olmez destgîr kirin. Li Silopiyayê jî polisan Delîl Urek, Tuncay Înal û Nadîr Onûk binçav kirin. Hate hînbûn ku ji ber kesên lêgerîna wan heyî li malên xwe nebûn, Lİ Şirnexê kes nehatine destgîrkirin. 
Li ser vê terora  polîsên Tirk rêxistina navçeya Cizîrê ya HDP’ê wê îro saet di 13.00'an de li ber avahiya partiyê daxuyanî bê dayîn.  
Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît bertek nîşanî terora polîsan da wiha got: “Dema em hatin partiya xwe hemû deriyên me şikandibûn. Tevî ku deriyên me yên li hundirê avahiyê vekirî bûn jî ew şikandine. Hemû tiştên di avahiyê de hatine belavkirin. Wan amblem, wêneyên Taybet Înan, Asya Yuksel, Mehmet Tunç perçe kirine. Heta amblema HDP’ê jî çirandine. Em careke din li vir dijminatiya jinê dibînin.”