Slogana ‘Bijî Serok Apo’ berat kir

Li Amedê ji ber ku zarokan bi tiliyên xwe nîşana serkeftinê çêkiribûn û slogana ‘Bijî Serok Apo’ berz kiribûn, doz li wan hatibû vekirin. Di rûniştina dozê de biryara beratê hate dayîn.

Li navçeya Peyasê ya Amedê di 15’ê Hezîrana 2018’an de zarokên bi navê A.H. û Î.T. yên 17 salî çûn Lûnaparkê û li vê derê li Gondolê siwar bûn. Her du zarokan di Gondolê de bi tiliyên xwe nîşaneya serketinê çêkiribûn û slogana “Bijî Serok Apo” berz kiribûn.
 
Di vê navberê de polîsên li parkê peywîrdar, bi îddîaya ku zarokan slogana “Bijî Serok Apo” berz kirine, zarok destgîr kiribûn û biribûn Şaxa Midûriyeta Zarokan a Emniyeta Amedê. Piştî îfadeyên zarokan, zarok hatibûn berdan.
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê her du zarokan de bi îddîaya “Propaganda rêxistinê kirine” lêpirsîn di 10 rojan de temam kir û di 26’ê Hezîranê de îddîaname amade kir. Di îddîanemeyê de ji salekê heta 5 salan cezayê hepsê ji zarokan re dihat xwestin. 

Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê îddîaname qebûl kir û danişîna ewil a dozê di 26’ê Hezîranê de hat dîtin. Di danişînê de bi hinceta sûcê xistine stûyê zarokan, ji yasayê re nabe hêmanên sûc biryara beratê hate dayîn. Dadgehê berata dozê di çarçoveya azadiya ramanê de nirxand û got slogana “Bijî Serok Apo” tundiyê bi xwe re nayne.