Siyasetmedarên ji Ewropayê li Sûrê ji aliye polîsan hatin astengkirin

Ji bo piştgirîdayîna  Sûrê, parlamenter û endamên meclîsên şaredariyan yên ku ji Ewropayê tên ji aliyê polîsan ve têne astengkirin.

Parlamenter Chrîstian Jûhl, Endama Meclîsa Şaredariyê Kopenhagê (Copenhagen)Nînna Hedeoger Olsen, Endamê Meclîsa Şaredariya Vîborg Flemming Gûndersen, Pelle Andersen-Harîld û ji îttîfaqa Partiya Kesk û Sor a Ewropa Asbjonr Bang ku ji bo piştgirî dayinê hatibûn navçeya Sûrê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Heyeta ku hatibû serdana welatiyên taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên ku av û elektrîk li ser wan hatibûn qutkirin, polîsan dest danîn ser pasaportên kesên heyetê.

Endamên heyetê ku demekî dirêj hatibûn sekinandin, piştre serbest hatin berdan.