Siyasetmedarê Kurd Sîncar li ser gora xwe hate bibîranîn

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr li ser gora Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar axivî û got, "Zilma 30 sal berê hê jî didome. Heke em bibin yek, ew ê Sîncarên me qetil nekin."

Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê ku di sala 1993’an de li Batmanê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li Qezê ya Mêrdînê hate bibîranîn. Parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr û Nîmetûllah Erdogmûş, rêveberên bajar û navçeyê yê DBP û HDP’ê, xizmên Sîncar û gelek kes beşdar bûn.

Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar li ser navê malbatê ji beşdaran re sipasiyên xwe kir û eşkere kir ku gelê Kurd her roj zêdetir nêzî azadiya xwe dibe. Sîncar diyar kir, ku wan soz daye şehîdên demokrasiyê û wiha axivî: "Em yek kes jî bimînin wê ev têkoşîn dewam bike." 

Baydemîr jî bal kişand ser zilma dewleta Tirk a bi salan e li dijî gelê kurd dimeşîne û piştrast kir ku berî 30 salan jî ev zilim hebû, îro jî ev zilm heye û got, "Heke gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike, wê gelê Kurd dawî li vê zilmê bîne. Heke em bibin yek wê nikaribin Sîncarên me qetil bikin."