Simbêlê şervanê YPG'ê bû mijara darizandinê

Simbêlê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû mijara darizandinê. Pesindayîna simbêl, ji aliyê dadgeriya Tirk ve weke sûc hat dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê, lêpirsîna xwe ya bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' kirine li adresên înternetê û parvekirinên medya civakî didomîne. Serdozgerî di vê çarçoveyê de mirovan binçav dike. Serdozgeriya Komarê ya Wanê herî dawî li dijî Mehmet Alî Bora yê li Wanê dijî, ji ber parvekirinên wî yên li medya civakî, bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' kiriye, doz vekir.

Di vê lêpirsînê de, tişta herî balkêş ew e; dozger ji simbêlê şervanên YPG'ê aciz bûye. Dozgerê Komarê, nivîsên "Li Cûdî xweza tê talankirin", "Bila bi qurbana van simbêlên şervanên YPG'ê bin", "Her ku herêma di kontrola YPG'ê de berfireh dibe, simbêlê fermandar Şervan jî her mezin dibe" ên li hesabê medya civakî ya Bora hatine nivîsandin, weke sûcekî dît. Bi vî rengî simbêlê fermadar Şervan di raporên dadgehê de cih girt.

Mehmet Alî Bora, di çarçoveya vê lêpirsînê de çû emniyetê û îfade da.

Bora li ser mijarê agahî da û diyar kir, polîsan di dema îfadeyê de ev pirs jê kirin: "Tu çima qala simbêlê YPG'yiyan dike? Tu çima ewqasî pesnê wan dide?". Bora destnîşan kir, ku rewşeke nehiqûqiye ku ji ber simbêlê YPG'yiyan ew ketiye ber lêpirsînê. Bora da xuyakirin, di dema qala wê tê kirin de dewleta Tirk Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li Tirkiyeyê kiribû mêvan û xwest, lêpirsînên bi vî rengî tên vekirin êdî biqedin.