Sewqiyeta leşkerên artêşa Tirk didome
Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK'ê bê navber sewqiyeta leşkerî ya ber bi Başûrê Kurdistanê ve didomîne. Doh bi şev bi dehan wesayîtên zirxî ber bi Amediyê ve hatin şandin.
Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK'ê bê navber sewqiyeta leşkerî ya ber bi Başûrê Kurdistanê ve didomîne. Doh bi şev bi dehan wesayîtên zirxî ber bi Amediyê ve hatin şandin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, doh bi şev bi dehan wesayîtên leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker çûn gundê Guherzê yê navçeya Amediyê ya Dihokê.
Hemû sewqiyata leşkerî di bin parastina PDK'ê de tê kirin. Wesayîtên zirxî di nav deverên dagîrkirî de bi ala herêma Kurdistanê tevdigere. PDK’ê leşkerên Tirk ên dagirker diparêze.