Sewqiyata leşkerî ya ber bi Tendurekê ve

Artêşa Tirk, ku li Tendurekê derbên giran dixwe, hîn bêhtir leşkerên xwe dişîne herêmê.

Hat ragihandin, artêşa Tirk bi mînîbusên transît cerdevan û yekîneyên taybet şandiye herêma Tendurekê, ku bi rojan e şerekî giran lê diqewime. Li vê herêma ku helîkopter û balafirên keşfê yên bi tîpa heron lê digerin, duh êvarê zêdeyî 15 mînîbusên transît ên sivîlan, cerdevan û tîmên taybet birin vê derê.

Ev cerdevan û tîmên taybet, li zozanên Kanîspî, Gund û Grêdên bi cih bûn û dest bi danîna kemînan kirin. Li gorî agahiyan, van çekdarên dewleta Tirk gef li şivanên li herêmê xwarine û ew ji herêmê derxistine.

Di ser Giyadînê re jî gelek helîkopter diçin herêmê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê beriya niha dabû xuyakirin, ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de li herêma Serhedê 55 leşker hatine kuştin.

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê:

https://anfkurdi.com/kurdistan/pengava-soresgeri-ya-li-serhede-55-lesker-mirin-81229