'Şervanan ti carî li ketina Kobanê nefikirîn'

Ji Kantona Cizîrê heta Kobanê her tim di nava şer de bû. Arjîn Kobanê, tevî ku birîndar bû, dest ji têkoşîna xwe berneda. Kobanê qala wê demê kir.

Arjîn Kobanê ya 28 salî li gundê Xor Xor ê Kobanê ji dayik bû. Yanzdeh xwişk û birayên wê hene. Di nava malbateke xwedî hestên Kurdîtiyê mezin bû. Piştî tevgera PKK'ê li Rojavayê Kurdistanê dest bi kar kir, ji dma destpêkê ve malbatê cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Ne tenê alîkarî da, di heman demê de tevlî têkoşînê bû. Di sala 1994'an de apê wê di nava refên PKK'ê de şehîd bû. Ev şahadet bû sedem ku malbat hê bêhtir xwedî li têkoşînê derkeve. Ev kevneşopiya berxwedanê ji nifşên nû re hat hiştin. Ji ber dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hezkirina ji apê xwe, Arjîn Kobanê yekser cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Dema şoreşa Roajva dest pê kir, bê teredût ji bo serketina şoreşê ket nava tevgerê û cihê xwe li qada têkoşîna çekdarî girt. Di sala 2012'an de dest bi karê leşkerî kir. Arjîn Kobanê anî ziman, ku dema li malê bû ew neçû dibistanê û diyar kir, li nava refên têkoşînê ji aliyekî ve şer dikir, li aliyê din jî xwendin û nivîsandina bi tîpên Latînî hîn bû. Di destpêkê de cihê xwe di nava pêngavên li Kantona Cizîrê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê girt. Li Til Hemis, Cezaa, Serêkaniyê û Til Koçerê sal û nîvekê weke şervana YPJ'ê ma.

Li Kantona Cizîrê, tevî ku di şer de gelek hevalên wê şehîd bû, ti carî xwe ji refên pêş venegirt. Arjîn da xuyakirin, ku di pêngavên şer de wê hêza jinê baştir nas kiriye û anî ziman, jina ku berê xwe daye vîn û azadiyê, dikare her karî bi ser bixîne û di şer de her xurt bibe. Hevrêya xwe Nazlican a di şerê Serêkaniyê de şehîd bû bibîr tîne: "Yek armanca min heye, ew jî; bicihanîna armanc û xeyalên hevrêyên min ên şehîd e."

RÊWÎTIYA BER BI ŞERÊ KOBANÊ VE

Arjîn Kobanê, dema dibihîze çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirine, bi daxwazeke mezin dikevin nava tevgerê. Kobanê qala liv û tevgera wan a wê demê dike: "Ji hêzên YPJ'ê yên li Kantona Cizîrê, em şeş hevlaên jin bi hev re ketin nava tevgerê. Bi me re ti alavên leşkerî tine bûn. Ji bo ji nava Bakurê Kurdistanê bi rengekî veşartî derbasî Kobanê bibin, em ketin nava liv û tevgerê. Ji ber ku rêyeke din a mirov jê derbasî Kobanê bibin, tine bû. Nepêkan bû ku mirov ji ser Rojava xwe bigihînin Kobanê. Herêma piştî Serêkaniyê di destê çeteyên DAIŞ'ê de bû. Di şeva destpêkê de ku em ji sînor derbas bûn û dimeşiyan, leşkerên Tirk em binçav kirin. Ji me pirsîn 'Hûn PKK'yî ne?'. Me gotin 'Na'. Li Serêkaniyê em şeş hevalên jin, şevekê girtî man. Ji ber ku me înkar kir û em naxivîn, piştî rojekê em berdan. Di destpêkê de em çûn Pirsûsê, ji wir jî derbasî Alîgorê bûn. Ji bo em derbasî Kobanê bibin bi qasî hefteyekê em tevdigeriyan. Her carê me kemînên leşkerên Tirk didît. Leşkerên Tirk bi wesayîtên bi tîpa akrep pêşî li me digirt. Di destpêka meha Kanûnê de me xwe gihand Kobanê. Dema me xwe gihand, beşeke mezin a bajêr di destê çeteyên DAIŞ'ê de bû. Êrîşeke giran hebû. Tevî vê yekê jî şervanên YPG û YPJ'ê ji çeperên xwe bi gavekê jî venedigeriyan."

DI DEMA DORPÊÇKIRINÊ DE REWŞA LI KOBANÊ

Arjîn Kobanê û hevrêyên wê, dema derbasî Kobanê bûn cihê xwe di nava çeperên şer de girt û moral û motîvasyona hêzên YPG û YJP'ê gelekî bandor li wan kir. Arjîn Kobanê qala vê rewşê dike: "Tevî ku bajar bi temamî dorpêçkirî bû, tirs û gumana ketina Kobanê bi ti şervanan re tine bû. Dema em tevlî berxwedana Kobanê bûn, weke hêza teze em tevlî nava hevalên xwe yên şervan bûbûn. Lê belê dema me xwe gihand wê derê, yên ku moral dan me, ew bi xwe bûn."

Ji aliyê rojhilat, rojava û başûr êrîşa çeteyan, ji aliyê bakur jî yanî ji aliyê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê êrîşa dewleta Tirk didome. Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê li ser sînor hev dibînin. Arjîn Kobanê got, "Ketina Kobanê dihat wateya ketina tevahiya Rojava. Dihat wateya bidawîbûna Şoreşa Rojava."

Arjîn Kobanê destnîşan kir ku bi berxwedaneke bi heybet, hem çeteyên DAIŞ'ê, hem dewleta Tirk hatine têkbirin û qala wê berxwedanê kir: "Şerê Kobanê bi moral û fedakariyeke mezin a şervanan hat biserxistin. Li dijî êrîşên herî wehşî yên çeteyan, berxwedaneke xurt hebû. Bi çekên gelekî giran; tank, top, hawan, doçka û fuzeyan êrîş dikirin. Hevalên ku li dijî van êrîşan li ber xwe didan, tevî ku diwestiyan, bê xew diman, tî û birçî diman jî, moralê wan ti carî nediket. Moralê wan û sozên dan hevrêyên xwe yên li cem wan û di hembêza wan de şehîd bûn, kir ku Kobanê ji çeteyan paqij bibe."

Arjîn Kobanê bibîr xist, ku dewleta Tirk û Serokkomarê Tirk bi hêviyeke mezin li benda ketina Kobanê bûn û got, "Bêguman ev rewş bi şervanan ve girêdayî bû. Eger moralê şervan bikeve, şervan bikeve, wê Kobanê jî bikeve. Şervanan bi vê hişmendiyê şer kirin û ketina Kobanê ti carî neket serê wan. Ji devê ti ji me, gotina 'Kobanê bikeve' derneket. Ji xwe welê jî bû. Ne moralê şervanan ket, ne baweriya wan ket, ne jî Kobanê ket."

'JIYAN Û XEBATA PIŞTÎ GAZÎBÛNÊ'

Arjîn Kobanê got, "Tişta herî girîng a ku şervan naxwaze bibîne, dervemayîna li çeperên şer e" û qala birîndarbûna xwe kir: "Ez li qada azadiyê birîndar bûm. Bi qasî mehekê di nava şerê Kobanê de mam. Dema em di çeperê de bûn, çeteyan êrîşeke mezin anîn ser mala em tê de bûn. Bombeyeke destan li çepera ez lê bûm ket. Xisar li çav û destên min bû. Çavekî mi bi temamî nabîne, roniya yekî jî qels e. Tiliyên her du destên min qut bûn. Li destekî min 2, li destê din jî 3 tilî man. Li ser rûyê min parçe man. Şopa wan hê heye. Piştî ku birîndar bûm, min derbasî Bakurê Kurdistanê kirin. Tedawiya min a destpêkê li Amedê hat kirin."

Arjîn Kobanê diyar kir, dema li Amedê dihat tedawîkirin hem gel hem jî saziyên pêwendîdar gelekî pê eleqedar bûn û bal kişand ser keda girîng a gelê Bakurê Kurdistanê di berxwedan û serketina Kobanê de: "Di şerê Kobanê de fedakariya gelê Bakur nayê jibîrkirin. Ji bo tedawiya çav bi qasî sal û nîvekê li Stenbolê mam. Motîvasyona gelê Bakur hişt ku em zûtir rehet bibin."

Arjîn Kobanê êdî li Kobanê di Komîteya Gaziyên Kantona Kobanê de cih digire. Ev komîte alîkariyê dide şervanên birîndar ku tedawî bibin û bi çi rengî dikarin têkoşîna xwe bidomînin. Arjîn kobanê got, "Hevalên me yên gazî, tevî astengiyan jî pêşengên herî girîng ên têkoşîna şoreşê ne. Dema mirov birîndar dibin, ev nayê wê wateyê ku li derveyî şoreşê dimînin. Berevajî, hîn bêhtir ji bo pêşveçûna şoreşê û xurtbûna şoreşê dikevin nava hewldanan."