Serok Barzanî, Serokwezîr Barzanî!

Li Başûrê Kurdistanê piştî ku Nêçirvan Barzanî ji bo serokatiyê sond xwar, parlamentê Mesrûr Barzanî wezîfedar kir ku hikumetê ava bike.

Parlamenta Herêma Kurdistana Federal, piştî ku Nêçirvan Barzanî sond xwar wezîfeya avakirina hikumetê da pismamê wî Mesrûr Barzanî.

Mesrûr Barzanî ku heta niha şefê servîsên ewlekariyê bû, di heman demê de serokê berê yê herêmê Mesût Barzanî ye. Ji bo Barzanî hikumetê ava bike mehek dema wî heye.

Barzanî ji sala 2012'an ve li Desteya Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê şewirmendî dikir. Hêzên ewlekariyê hemû yên herêma otonom di bin wî sîwanî de ne.