Serketina QSD'ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

Heyetek ji partî û rêxistinên civakî yên sivîl serdana Nûnertiya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyeyê kir û serketina QSD'ê pîroz kir.

Heyetek ji Partiya Tevgera Azadî, Berey Demokartîk Gel û RJAK'ê nûnertiya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê ziyaret kir û serketina QSD'ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê pîroz kir.

Heyet ji aliyê Mesût Huso û Xevla Mûstafa ve hate pêşwazîkirin. Di dema serdanê de hate ragihandin ku serketina QSD'ê ya bi berdêlên mezin hate afirandin, kir ku mirovahî ji belayê rizgar bibe. Her wiha hate gotin, metirsiya DAÎŞ'ê hîn jî didome.