Li dijî zext û tunekirina gelê Kurd a bi destê dewleta Tirk di 13’ê Sibata 1925’an de ji ber provokasyonekê Serhildana Şêx Seîd hatibû destpêkirin. 98 sal ji ser serhildanê derbas bû. Bi serhildanê re Kurdan leşkerên Tirk ên li Kurdistanê dîl girtin û gelek cih bi dest xistin. Lê dewleta Tirk bi Fransiyan re li hev kir û bi deh hezaran leşker bi trênên ji Sûriyeyê xistin Kurdistanê. Dema ku Şêx Seîd û hevalên wî dîl hatin girtin, artêşa Tirk ket herêmên sivîlan ên Kurdan di warê leşkerî de ew der berdabûn. Dewleta Tirk li vir hovîtiyeke mezin kir. Dewleta Tirk bi deh hezaran sivîl qetil kir û gelek war hilweşand.
Dema ku Împaratoriya Osmanî di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem de hilweşiya, gelek pêkhateyên etnîkî yên ku di bin serweriya împaratoriyê, bi alîkariya dewletên emperyalîst dewletên xwe ava kirin. Li aliyê din gelê Kurd jî tercîh kir ku di nava sînorên Mîsak-i Mîllî ya ku dewleta Osmanî ragihandibû de, bi Tirkan re bijî. Aktorên siyasî yên Kurd di damezrandina Komara Tirkiyeyê ya ku li ser mîrateya Osmaniyan hatiye avakirin, kedeke mezin dan. Dewleta Tirk piştî ku avabûna xwe qedand, dest bi polîtîkayên înkar û tinekirina Kurdan kir. Li hemberî vê yekê gelê Kurd bi pêşengiya Cemiyeta AZADÎ bi pêşxistina siyaseteke nû li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê dest bi berxwedanê kir û ji bo serxwebûnê xebat kir. Xebatên amadekariya Cemiyeta AZADÎ ya ji bo serhildanê eşkere dibe. Rêveberên leşkerî û siyasî yên cemiyetê tên girtin. Şêx Seîd ê ji Terîqeta Nakşî ya ku li Kurdistanê bandoreke wê ya mezin heye jî, îfadeya wî tê stendin.
Şêx Seîd ê ku xebatên Cemiyeta AZADÎ ji nêz ve dişopîne û di warê aborî de fînanse dike, li hember tiştên ku diqewime, bêhelwest namîne. Li ser geşedanan Şêx bi pêşengan re hevdîtinan dike. Şêx Seîd piştî hevdîtinan ji bo rêxistinkirina serhildanê dest bi xebatan dike. Lê di 13’ê Sibata 1925’an de li Pîranê ji ber provokasyonekê beriya ku xebat biqedin, serhildan pêk tê.
ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN Û KURD
Di destpêka sedsala 20’an de, li erdnîgariya kevnar a şaristaniyên mezin, Împaratoriya Osmanî ya 600 salî li Bakurê axa Îslamê hilweşiya. Şaristaniya Îslamê ya 1500 salî bi rêya Împaratoriya Osmanî bi êrîşên dewletên emperyalîst re têdikoşe. Şerê Cîhanê yê Yekem di encama daxwazên hevpar ên emperyalîst de dest pê kir. Şerê ku cîhan xera kir, di dîrokê de weke karesateke mirovî cih girt. Di encama şer de hemû sînorên erdnîgariya Îslamê ji nû ve hatin xêzkirin. Erdnîgariya Kurdistanê jî ku berê di navbera Îran û Împaratoriya Osmanî de hatibû parvekirin, bûye çar parçe.
KURD JI BO KU CAREKE DIN PARÇE NEBIN, DI NAV SÎNORÊN MÎSAK-I MÎLLÎ DE MAN
Bi qedandina şer re, hilweşîna Împaratoriya Osmanî bi lez didome. Bi hilweşînê re li Rojhilata Navîn, li Esyaya Biçûk û li Efrîkayê netewe dewletên nû ava bûn. Dema ku dewletên serketî yên şer li gorî berjewendiyên xwe dewletên nû ava dikirin, li Anatolya û Mezopotamyayê kaos û nediyarî hebû. Peymana Sevrê ku ji aliyê dewletên emperyalîst ve li ser Împaratoriya Osmanî hatiye ferzkirin, derbeya herî mezin li Kurdan û erdnîgariya Kurdistanê dixe.
Ji bo pêşîlêgirtina parçebûna erdnîgariya împaratoriyê ya piştî peyman Sevrê, sînorên Mîsak-i Mîllî hate ragihandin. Kurdistanê jî dixin nav van sînoran. Erdnîgariya Kurdistanê bi Peymana Qesrê Şîrîn di navbera Îran û dewleta Osmanî de hatibû parvekirin. Ji bo ku carek din parçebûn neyê jiyîn, Kurdan xwestin bi Tirkan re bi hevkarî tevbigerin û di nav sînorên Mîsak-i Mîllî de bimînin.
LI HEMBERÎ DAGIRKERIYA LI SER ANATOLIYÊ BI TIRKAN RE TEVGERIYAN
Piştre li dijî êrîşên dagirkeriyê li Anatolyayê bi pêşengiya Mustafa Kemal tevgera berxwedanê dest pê dike. Ev tevgera berxwedanê dibe sedema avakirina komara nû. Li dijî êrîşên dagirkeriyê, Kurd li gelek deverên wekî Dîlok, Riha û Mereşê şerekî aktîf dimeşînin. Ji bo ku Anatolya ji dagirkeriyê rizgar bibe, Kurd roleke girîng dilîzin.
Piştî dagirkirina Anatolyayê û berxwedana li dijî dagirkeriyê, Mustafa Kemal û hevalên xwe li Enqereyê parlementoya nû ava dikin. Di yekemîn meclîsa ku di sala 1920’an de hat vekirin de nûnerên gelê Kurd wekî wekîlên Şêx cihê xwe girtin. Di makezagona ku di sala 1922an de hat amadekirin de otonomiyê didin Kurdan. Ev xweserî di dîroka komarê de weke otonomiya yekem û dawî cih digire.
SÎYASETA ÎNKARÊ YA DEWLETA TIRK A NÛ Û AVABÛNA AZADIYÊ
Bi Peymana Lozanê re ya ku di sala 1923’an de di navbera hikûmeta Enqereyê û dewletên emperyalîst de hat îmzekirin, Kurd li derve hatin hiştin. Kurdan piştî ku fêm kirin wê bên tunekirin, di bin serokatiya Mîralay Xalid Begê Cibrî de bi lez û bez rêxistina AZADÎ ava kirin. AZADÎ, tevî Xalid Begê Cibrî û Mebûsê Bedlîs Yûsûf Ziya Beg ê ku endamê avaker e, li gelek pêşeng û serokeşîran re li ser esasê bingeha serhildanê hevdîtina dike. Dest bi avakirina yekîneyên çekdarî dikin. Cemiyeta AZADÎ jî bala xwe dide ser piştgiriya navneteweyî û têkiliyan.
Ji ber ku Kurdan lez dan amadekariyên serhildanê, hikumeta Enqereyê jî di sala 1924’an de Makeqanûneke nû anî holê. Di vê Makeqanûnê de Kurd tên redkirin. Bi Makeqanûna di sala 1924’an de hebûna Kurdan tê înkarkirin. Bi “Qanûna Tekke û Zawiye" medrese tên girtin. Medrese li Kurdistanê teaken saziya perwerdehiyê ne û bi girtina wan re perwedehiya bi Kurdî jî qedexe dibe. Di wê demê de girêdana herî mezin a ku gelê Kurd û Tirkan bi hev girêdide, Saziya Xelîfetiyê jî tê parçekirin.
Di encama lêkolîn û nirxandinên Cemiyeta AZADÎ de biryar hate stendin, divê serhildan di bihara 1926’an de were destpêkirin û amadekarî li gorî vê were kirin.
Dema Ataturk li Erziromê bû, li herêma Colemergê Serhildana Nastûriyan dest pê kir. Ji bo sekinandina serhildanê Kolordûya 7’emîn a li Şirnexê tê peywirdarkirin. Serbaz Îhsan Nûrî Paşa yê ku endamê AZADÎ’yê ye û di alayê de peywirdar û hevalên wî di 3/4’ê Îlonê de serî hildidin. Ji ber şaşfêmkirinekê ev serhildan beriya dema xwe dest pê dike û bi ser nekeve.
BIRYARA SERHILDANÊ LI GUNDÊ QIRIKAN BI KONGREYÊ RE TÊ STENDIN
Rejîma Kemalîst serhildan kir hincet û di payîza 1924’an de serokên tevgerê Xalid Beg û Yûsif Beg û hin pêşengên Kurd girt. Li aliyê din ji bo dayîna îfadeyê bang li Şêx Seîd dikin ku were dadgehê. Şêx Seîd ferq dike ku ew ê bê girtin, ji Xinisê derdikeve û diçe gundê Qirikan a herêma Şûşarê. Li vir li bendê ye ku kurê wî Şêx Alî Riza ji Stenbolê were. Şêx Alî Riza li Stenbolê bi Seyît Abdulkadir ê ku di serdema Osmaniyan de Serokê Şûra-yi Devletê dike û yek ji pêşengên cemiyeta AZADÎ ye, hevdîtinê dike.
Şêx Alî Riza ku digihêje kongreya li Qirikanê pêşniyazên Seyîd Abdulqadir radigihîne ji Şêx Seîd û beşdarên kongreyê re. Kongreya li mizgefta gund sê rojan didome. Di kongreyê de biryara serhildanê tê dayîn. Bi pêşniyazên Seyîd Ebdulqadir de biryar hat dayîn ku serhildan bi pêşengiya Şêx Seîd were kirin. Her wiha rayedarên olî yên Kurd ên di kongreyê de amade bûn jî ji bo serhildanê fetwayê didin. Navê 'Emir ûl Mucahidîn' didin Şêx Seîd.
Şêx Seîd bi îmzeya “Emir ûl Mucahidîn Muhammed Said El-Nakşibendî” vexwendnameyê ji serokên eşîrên Kurd ên Elewî û Sunî re dişîne da ku tevlî serhildanê bibin. Him Seyîd Abdulqadir û him jî Xalid Beg ên ku di girtîgeha Bedlîsê de girtî ne, ji Şêx Seîd re agahiyan dişînin ku divê amadekariyên serhildanê li gorî demsala bihara 1926’an bê kirin.
LI GUNDÊ FEXRAN LI SER SERHILDANÊ NÎQAŞ TÊ KIRIN
Şêx Seîd û kesên pê re ji Şûşarê derdikevin û diçinherêma Kanîreş û Çapaxçûrê (Çewlik). Piştî hevdîtinên ku li Kanîreşê pêk anîn, Şêx Saîd çû gundê Çan ê Çapakçurê û li vir şêxên Çan ziyaret dik û civînan li dar dixe. Piştî civînên biçûk, bi beşdariya şêxên ku li herêmê xwedî bandor in û pêşengên herêmê ne, civîneke berfireh tê lidarxistin. Civîna li gundê Fexran ê ser bi gundê Çanê bi serokatiya yek ji şêxên Çanê, Miftiyê Çapakçûrê Şêx Îbrahîm didome. Civîn çend rojan didome. Di civînê de li ser kitekit û xebatên amadekariya serhildanê nîqaş tê kirin.
Di civînê de dîroka serhildana bihara sala 1926’an ku ji aliyê Cemiyeta AZADÎ’yê ve ji berê ve hatibû diyarkirin, tê rojevê. Ji bo vê jî ji bo xebatan biryar tê dayîn.
GEL XWE DIDE DORA ŞÊX SEÎD
Şêx Seîd tevî 40 siwaran ji gundê Kolhîsar ê Xinisê diçe herêma Şuşarê. Li her derê gel bi heyecan û coş wî pêşwazî dike. Gelê Kurd li her gundî rahiştiye çekan û ji bo serhildanê li benda fermana Şêx Seîd in. Şêx Seîd her ku diçe bi beşdariyên nû rêwîtiya xwe didomîne. Gel xwedî li Şêx Seîd derdikeve û wî diparêze. Rêwîtiya wî ya ku bi 40 siwaran ji Xinisê dest pê kiribû heta Amedê didome û qefleya wan dibe 300-400 siwarên çekdar. Hikûmeta Enqereyê jî nasekine, bi rêya sîxurên xwe gav bi gav Şêx Seîd dişopîne.
Şêx Seîd ji bo beşdarbûna serhildanê û biryarên di kongreyê de ji bo xurtkirina serhildanê, biryarê dide biçe bi serokeşîrên li Xarpêt, Çewlig, Amed, Sêrt û Mêrdînê hevdîtinan bike. Di vê çarçoveyê de di 13’ê Sibata 1925’an de diçe navçeya Pîran a Amedê. Ew plan dike ku biçe serdana birayê xwe Şêx Abdurrahîm ê ku li wir dijî û li ser xebatên pêşîn ên serhildanê bi wî re hevdîtinekê bike.
LI PÎRANÊ PROVOKASYONÊ DEST PÊ KIR
Leşker derdora mala ku Şêx Seîd lê dimîne, digirin. Leşker bi hinceta firar di malê de ne, dora malê girtine. Di navbera leşker û gel de alozî çêdibe û piştre şer dest pê dike. Di şer de hinek leşker dimirin û hinek leşker jî dîl tên girtin. Li Pîranê ji ber provokasyonê şer dest pê dike û bi vî awayî serhildan jî bêyî amadekarî dest pê dike.
Serhildan di demeke kurt de li qadeke berfireh belav dibe. Şerê ku li navçeyên Amedê dest pê dike, li gelek bajarên Kurdistanê belav dibe. Şêx Seîd ê ku ji Pîranê çû Licê, ji bo kontrolkirina şeran, bi kadroyên xwe yên pêşeng re hevdîtinê dike. Li ser pêvajoya şer ji fermandarên eniyê re nameyan dinivîse. Şêx Seîd ê ku di nameyên ku ji bo vexwendina serhildanê şandibû de îmzeya 'Emir ûl Mucahidîn Muhammed Seîd El-Nakşibendî' bi kar anîbû, bi destpêkirina şer re bi îmzeya 'Said-i Palev-i el Amedi Hadim- ûl Mucahidîn' ji fermandarên eniyê re nameyan dinivîse.
ŞAXA AMEDÊ YA CEMIYETA AZADÎ MUDAXIL DIBE
Dema ku serhildan bi lez û bez belav dibû, Şaxa Cemiyeta AZADÎ ya li Amedê diyar kir ku serhildanê zû dest pê kiriye û Fehmî Bîlal ê ji Licê ji bo hevdîtinê dişîne cem Şêx Seîd. Lê serhildana ku di encama provokasyonên rejîma Kemalîst de dest pê kiribû, ji her alî ve didome. Di encama şer û pevçûnên li gund û navçeyên Amedê, hemû leşkerên Tirk dîl hatin girtin. Gund û navçeyên Amedê dikevin destê hêzên Kurd.
Fehmî Bîlal Bey wek katib li cem Şêx Seîd dimîne û li ser navê wî name û hevdîtinan organîze dike.
Di encama şer û pevçûnên li herêmên din ên Kurdistanê de Gimgim, Milazgir, Bongilan, Çewlîg, Xoşkar, Kanîreş, Licê, Pîran, Xanê, Qulp, Xarpêt, Palo, Maden, Hezo, Siwêreg, Melkişî, Dep, Erxenî, Gêl, Çermûg, Farqîn, Bismil, Çinar û gelek navçe dikeve destê hêzên Kurd.
Şêx Seîd ku li herêma Amedê amadekariyên pêwîst kir, diçe Darahênê.
DARAHÊNÊ DIBE PAYTEXT
Şêx Seîd ku li Darahênê bi kadroyên pêşeng ên tevgerê re hevdîtin pêk anî, heta ku Amed rizgar bibe Darahênê bi awayekî demkî weke paytext îlan dike. Yek ji pêşengê eşîra Ziktî, Feqî Hesen dike waliyê Darahênê.
ŞÊX SEÎD NE ALÎGIR E KU ÊRÎŞÎ AMEDÊ WERE KIRIN
Şêx Said ji Darahênê vedigere Amedê ya ku yek ji wan herêman e ku, şer lê zêde bûye. Hêzên Kurdan derdora Amedê girtine û li benda fermana êrîşê ne. Lê Şêx Seîd dizane ku ne ew dem e ku êrîşî Amedê were kirin. Şêx Seîd bi serokên eşîrên beşdarî dorpêçê bûne li ser êrîşa li ser Amedê diaxive, gelek serokên eşîrên ku bi hêzên xwe beşdarî dorpêçê bûne, dixwazin êrîşî Amedê bikin.
Şêx Seîd li şûna ku êrîşî Amedê bike, dixwest ku here Êlih, Merdîn û Sêrtê û bi eşîrên wê derê re dora Amedê bigire. Tevî ku di navbera kadroyên pêşeng ên tevgerê de nêrînên cuda hene, biryar tê stendin ku êrîşî Amedê were kirin.
Piştî dorpêça 5 rojan de di navbera 20-21’ê Adarê de bi qasî 10 hezar şervan êrîşî Amedê dikin. 200 şervan dikarin ji sûran têkevin nav bajêr lê li vir şerekî mezin çêdibe, hêzên Kurdan derbeke giran dixwin û neçar dimînin vekişin.
Di dema dorpeçkirina Amedê de, hin yekîneyên eşîretên Kurd ên Êlih, Mêrdîn û derdora wan bi dewletê re tevdigerin û li qadan ji bo leşkerên Tirk dikevin kozikan.
GEŞEDANÊN LI ENQEREYÊ
Li Enqereyê jî hikumet diguhere. Hikûmeta Fethî Okyar tê xistin û li şûna wê hikûmeta Îsmet Paşa hat avakirin. Ev hikumeta ku hat ser hukim li Kurdistanê rewşa awarte û seferberiyê îlan dike. Hikûmet tevî van tiştan tevdîrên taybet ên wekî Qanûna Takrîrî Sukûn, Dadgehên Şark Îstîklalê dike meriyetê.
DI TÊKÇÛNA KURDAN DE ROLA FRANSAYÊ
Rejîma Kemalîst, di encama danûstandinên bi Fransiyan re, hêzeke leşkerî ya mezin ji ser Sûriyeyê ya di bin kontrola Fransiyan de ye, bi trênê tîne Kurdistanê. Di têkçûna leşkerî de bandora herî mezin, rêya hesinî ya di bin kontrola Fransayê de bi armanca leşkerî ji bo dewleta Tirk hatiye bikaranîn.
GELEK SEROKÊN EŞÎRAN Û ŞÊX XWE DAN KÊLEKA DEWLETÊ
Şêx Alî Riza yê ku kurê Şêx Seîd e û yek ji kadroyên girîng ên tevgerê ye, di bîranînên xwe de wisa qala wê demê dike “Eger şêx û axayên Kurdistanê giraniya vê mijarê fêm bikirana, wê rewş cihêtir bûya. Gelek şêx û axa li dijî tevgerê xebitîn. Xizmeta dewletê kirin. Kurd wê demê xwedî avantaj bûn. Nêzîkî 15.000 leşkerên Tirk li Kurdistanê dîl hatibûn girtin. Mixabin Fransiyan rêya hesin vekirin. Bi vî awayî leşker anîn Kurdistanê.”
Şêx Alî Riza jî di bîranînên xwe de diyar dike, leşkerên dema bi bi rêya trênê di ser Sûriyeyê re derbasî nav Kurdistanê bû, ji bo ewlekariya rê bi hinek eşîrên Kurdan li hev kirine û serê her leşkerekî pere stendine.
Şer bi awayekî hovane û bêyî qaîde li seranserê Kurdistanê belav dibe. Serhildêrên Kurd piştî têkçûna Amedê, li pêşberî hêzên dewletê belawela dibe û cebilxaneya wan namîne, cihên ku stendibûn berdidin û berxwedana xwe li çiyayan didomînin.
Serhildana ku di 13’ê Sibatê de dest pê kir, piştî Newroza 1925’an bi berdana kozikên ku hatibûn bidestxistin, vedikişin û ji hev belav dibin.
Li aliyê din Şêx Seîd biryar dide tevî serhildêrên bi wî re biçe Îranê û têkoşîna xwe bidomîne. Di 14'ê Nîsana 1925'an de ket kemîna bûrayê xwe Serbaz Qasim û li ser Pira Abdurrahman Paşa ya li ser Çemê Mûratê bi hevalên xwe re radestî leşkerên Tirk hat kirin. Di heman rojê de Mîralay Xalid Begê Cibrî û Wekîlê Bedlîsê Yusuf Ziya Bey ku di girtîgeha Bedlîsê de bûn, hatin qetilkirin. Li Stenbol û Kurdistanê gelek pêşengên Kurdan tên girtin.
ARTÊŞ BI QETLÎAMAN DIKEVE KURDISTANÊ
Hêzên dewletê yên ku ketin qadên ku Kurdan di warê leşkerî de terikandibûn, bi hovîtiyeke mezin bi hezaran kesên sivîl qetil dike. Bi sedan cihan hildiweşîne. Li hemberî vê hovîtiyê, bi hezaran kes neçar dimînin bi mehan di sar û sermayê de li şikeft, daristan û çiyayan bijîn.
ŞÊX SEÎD Û 46 HEVALÊN WÎ LI AMEDÊ HATIN DARVEKIRIN
Şex Saîd û 46 hevalên wî yên ku di 21’ê Gulanê de li Amedê ji aliyê Dadgeha Îstiqlalê ve dihatin darizandin, bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Di heyeta dadgehê de tenê dozger xwedî bawernameya hiqûqê ye. Serokê dadgehê û kesên di heyetê de ji parlementerên hatine erkdarkirin, pêk tên. Di dadgehê de mafê Şêx Seîd û hevalên wî tuneye ku parêzer wan biparêze. Mafê wan tunebû ku di dadgeheke bilindtir de îtîraz bikin.
Biryarên darvekirinê di şeva ku 28’ê Hezîranê bi 29’ê Hezîranê ve girêdide, nîvê şevê li meydana Deriyê Çiyê tên kirin.
Darvekirin heta destê sibehê didome û cenazeyên pêşengên Kurdan demeke dirêj daliqandî dimîne. Cenazeyan nadin malbatan. Li qadê bi awayekî veşartî li kêleka hev tên binaxkirin.
Pêşengên kurd ên wê serdemê ku ji kevirekî tirbe jî bêpar mabûn, çarenûsa gelê xwe yê di bin tinekirinê de bi şahidiya hemû cîhanê dijîn. Li ser gorên wan fabrîkeyên alkolê û eywanên sînemayê tên avakirin.
Di dema serhildanê de bi sedan Kurd ji xeynî Dadgeha Îstîqlalê û her wiha di Dadgeha Dîvan-i Harp de jî hatin gulebarankirin.
Di encama serhildanê de li Kurdistanê gelek bajar, bi hezaran gund û nêzî 10 hezar xanî hatin şewitandin û hilweşandin. Herî kêm deh hezar kes dan koçberkirin. Salên dirêj li sirguniyê man. 10 hezar kes xistin girtîgehan. Bi hezaran kes hatin darvekirin. Ji ber şeran bi hezaran kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Piştî serhildana Şêx Seîd ya ku di sala 1925’an de dest pê kir, berxwedana li Kurdistanê bi salan li çiyayan domiya. Komên wekî Zaza Yado, Mala Aliyê Unis, Şêx Faxrî, Şêx Abdurahîm, Hesenê Cefer Axa heta salên 1930’î li çiyayan berxwedana xwe domandin.