Serê 200 hezar kesî doktorek dikeve

Nexwşexaneya Dewletê ya Erdîşê ku di erdhejê ziyaneke mezin gihaştiyê bi avaniya prefabrîk a li rex hatî danîn xizmetê dide navçe û navendên cîran. Lê serê 200 hezar kesî doktorek dikeve.

Li Erdîşê ya Wanê ya bi nifûsa 200 hezarî li serwîsa lezgîn a nexweşxaneya dewletê tenê doktorek heye. Li nexweşxanê ku ji navçeyên derdorê nexweş ji neçarî tênê, ti baldarîya li ser paqijiyê nîn e. Li Erdîşê nexweşxaneya ku beriya bi 10 salan hîmê wê hate danîn, nehatiye qedandin lê avahiya Emniyetê ya li rex di salekê de hate qedandin.

Li Erdîşê ya Wanê 2011’an du erdhejên mezin çêbû û ziyaneke mezin gihaşte Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Nexweşxane bi rîsekeke mezin û li hemanekê ye ku hilweşe, ji ber erdhejê li ser nexweşxanê qelşên mezin çêbûne û ev qels hatine dûkirin û wiha hatine girtin. Rayedarên dewletê her wiha qîma xwe bi vê neanîne û li prefabrîkên baxçeya nexweşxanê dest bi tedawiyê kirine. Li serwîsa lezgîn a vê prefabrîkê serê çend hezar kesan tenê doktorek dikeve û dema ku mirov li prefabîrîkê dinere mînak sergoyekê ye.

Welatî ji ber neçarî têne vir û ji ber ku gelek nexweş hene bêyî ku tedawî bibin neçar dimînin ku vegerin. Li nexweşxane mirov nikare dorê bistîne. Li navçeyê ku nifûsa wê 200 hezar e, li serwîsa lezgîn tenê doktorek heye.

BERIYA BI 10 SALAN HÎMÊ WÊ HATE DANÎN

Hîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê 2008’an hate danîn lê li gel ku 10 sal di ser re derbas bûne jî hê nehatiye vekirin. Ne diyar e bê ka ev nexweşxane ya ku bi milyaran dolar lê hatiye xerckirin wê kengî vebe.  Fîrmaya ku îhaleya wê standî ku ji xwe re kiriye navenda rantê sedema neqedandinê jî bi PKK’ê ve girêdide û ji rantê dixwe.

AVAJIYA EMNIYETÊ DI SALEKÊ DE QEDIYA

Xizmên nexweşan ji ANF’ê re axivîn û gotin, ‘’AKP 10 salan nexweşxaneyek neqedand. Li Erdîşê avahiyeke Emniyetê hilweşiya di salekê de qedand, li Wanê du girtîgeh di demeke kurt de qedandin lê ev 10 sal in nexweşxaneyek çênekirin. Ti derdê wan ê ku ji bo me xizmetê bikin nîn e.’’