Serdanên KNK'ê yên ji bo yekîtiya neteweyî dewam dikin

Rêveberên KNK'ê ku hevdîtinên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî didomînin, li Hewlêrê bi nûnerên Hizbî Parêzgerên kurdistan û eşîra Sûrçî re rûniştin.

Rêveberên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ku li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî didomînin, li Hewlêrê serdana Hizbî Parêzgerên Kurdistanê kir.

Heyeta KNK'ê ku ji endamên Konseya KNK'ê Dr. Farûq Cemîl û Dr. Kamûran Berwarî, endamên KNK'ê Şehla Hafid û Ferhad Dostkî pêk tê, li nahiya Xelîfan a navçeya Soran a Hewlêrê, serdana Hizbî Parêzgerên Kurdistanê kir. Heyet li navedan partiyê  serokê giştî Necad Sûrçî, rêveberiya partiyê û rûspiyên eşîra Sûrçî ve hate pêşwazîkirin.

Civînê bi qasî saet û nîvekê dewam kir û pişte endamê Konseya KNK'ê Dr. Farûq Cemîl û Serokê Giştî yê Hizbî Parêzgerên Kurdistanê Necad Sûrçî bi hev re derketin pêşberî çapemeniyê.

Cemîl di destpêkê axivî û anî ziman, ku ev demeke dirêj e ew ji bo yekîtiya neteweyî dixebitin û got, "Em îro jî bi endamên hêja yên Hizbî Parêzgerên Kurdistanê û eşîra Sûrçî re rûniştin. Me karê KNK'ê yê li ser yekîtiya neteweyî bi wan re par ve kir. Em bi rengekî xweş ahtin pêşwazî kirin û me dît ku piştgirî vî karê me re tê dayin. Ji ber vê pêşwaziya bi dilgermî û piştgiriyê, em spasiya wan dikin."

Serokê Hizbî Parêzgerên Kurdistanê Necad Sûrçî piştre axivî û kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana KNK'ê anî ziman. Sûrçî got, "Em dixwazin tişta ku me ji heyeta KNK'ê re gotine, ji we endamên çapemeniyê re dubare bikin. Em Hizbî Parêzgerên Kurdistanê û eşîra Sûrçî, amade ne ji bo yekîtiya neteweyî bi erk û wezîfeya xwe rabin. Ji bo vî karî, çi bar bikeve ser milê me em amade ne hilgirin. Em careke din spasiya KNK'ê dikin, ji ber vî karê wan ê hêja."

KNK'ê, di şêwra yekîtiya neteweyî ya 15-16'ê Tîrmehê de ku li Silêmanî pêk anî, biryar da ku li her parçeyên Kurdistanê û Ewropayê li ser heman mijarê komxebatan li dar bixe û piştre jî konferanseke mezin pêk bîne.