Serdana KNK’ê yên dîplomatîk ên li Hewlêr

Heyetek ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo rêze hevdîtinan li paytexta Herêma Başûrê Kurdistanê Hewlêrê ye.

Şandek KNK’ê ji bo yekîtiya netewî ya gelê Kurd, serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê kir û civiyan. Di civînê de behsa xurtkirina peywendiyên di navbera her dû aliyan de hate kirin û hate gotin: “Em ê ji bo yekîtî çêbibe, kar û xebatên xwe xurttir bikin.”

Şandek Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK’ê bi serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad li Hewlêrê serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê kir.

Şande bi endam û rêveberên Yekîtiya Parlamenteran re civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Endamê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî got: “Me behsa rewşa niha ya Kurdistanê bi giştî kir. Bi taybet pirsgirêkên li hemberî Kurdistan û netewa Kurd tên, hate guftugo kirin. Helwesta me û Kongreya Netewî ya Kurdistanê nêzî heve, emê bi hevre hewl bidin pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî yên Kurd de çareser bikin.”

Behrî di dewamê de got ku ewê li ser mijarên peywendiya xwe bi berjewendiyên gelê Kurd re heyî, bi KNK’ê re kar bikin û berjewendiya netewa gelê Kurd biparêzin.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî di heman daxuyaniyê de axivî û got: “Rewşa di nava partiyên siyasî yên Kurdistanê de, hate guftugo kirin. Bi Yekîtiya Parlamenteran re ezmûnek me ya dema borî de jî heye. Em dixwazin karên baştir bikin û vî karê xwe dewambikin. Ji bo parastina berjewnediyên gelê Kurd emê hemû hewldanan bidin.”

Tê payîn şandeya KNK’ê ji bo yekîtiya netewî ya gelê Kurd, bi partî û saziyên Başûrê Kurdistanê re civîn û serdanên xwe dewam bike.