ROJEVA 2'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku eger têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê bê mezin wê teqez encam bê bidestxistin û bang li her kesî kir, ku 13'ê Cotmehê ji bo mîtînga li Amedê seferber bibin.

AKP di nava 22 salên desthilatdariya xwe de rejîmeke otorîter ava kir. Di dema AKP'ê de zêdeyî 200 hezar kes hatin binçavkirin, êşkence li 80 hezar kesî hate kirin.

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk anî ziman ku îdeolojiyên serwer êrîşê dibin ser fikrê azadiya jinê û got, "Jin wê bi têkoşîn û berxwedana xwe ya 'Jin, Jiyan, Azadî' xwe bi rêxistin bikin û îdeolojiyên serwer lawaz bikin."

Hejmara 513'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Rêber Apo îksîra têkneçûnê bi PKK'ê da vexwarin' hate weşandin.