Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst Mihemed jiyana xwe ji dest da

Sekreterê giştî yê berê yê Partiya Komunîst a Iraqê Ezîz Mihemed jiyana xwe ji dest da.

Sekreterê giştî yê berê yê Partiya Komunîst a Iraqê Ezîz Mihemed, di 93’ê saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Mihemed ê ku ji sala 1941’an û vir ve di nava têkoşîna siyasî de ye û 93 salî jiyana xwe ji dest da, wê sibehê li Goristana Girê Reş a Hewlêrê bê veşartin.

Mihemed ê sala 1924’an de li Gundê Bêrkot ê Hewlêrê hatiye dinê û sala 1941’an de jî di Komeleya Hêvî de dest bi xebata siyasî kiriye, di nava salên 1948-1958’an de li girtîgehê de maye.

Mihemed ê ku piştî ku ji girîtgehê derket û şûnde ji bo sekreteriya giştî ya Partiya Komunîst hate hilbijartin, heta sala 1993’an erka sekreteriyê birêve bir. Mihemed ê ‘Xelata Lenîn’ girtî, yek ji siyasetmedarê komunîst ê di Rojhilata Navîn de dihat naskirin bû.