‘Sedema êrişên DAÎŞ’ê bêxemiya hêzên Iraqê û pêşmerge ye’

Meclisa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê êrişên DAÎŞ’ê yên dema dawî şermezar kir û rexne li hêzên Iraqê û pêşmergeyan girt ku ji bo parastina sivîlan bêxem in.

Meclisa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî têkildarê helwesta Tevgera Azadî ya li hemberî êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kerkûk û herêma Germiyan, her wiha zêdebûna êrişan li herêmên bi nakok  û êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê ji raya giştî re daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclisa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî Omer Hacî Hisên ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser armanca zêdebûna êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kerkûk û herêma Germiyanê û şehîd û birîndarbûna çendîn welatiyên sivîl û pêşmergeyan û hat gotin, “Armanca sereke ya van êrişên DAÎŞ’ê ji bo dagirkirin û diyarkirina sînorekê ye da ku ji wir careke din xwe îspat bike û li ser Kurdistanê bibe metirsî.

Sedemê zêdebûna ew êrişên DAÎŞ’ê jî vedigere valatiya mezin a ewlehî ya li herêmê heye ku çendîn sal in derfet daye DAÎŞ xwe rêxistin bike. Bêxemiya her du hêzên pêşmerge û Iraqê ku nekarîne koka DAÎŞ’ê li wan herêman biqelînin yan jî nekarîne ji bo parastina canê welatiyên bê guneh û gundiyên wê sînorê bi hevre hêzeke hevbeş li her du aliyên sînorên xwe çêbikin. Ev yek binketina her du hêzan e û ji bo nixumandina vê binketinê jî her yek ji aliyên heyî hincetekê nîşan dide ku cihê baweriyê nîne.”

Di dewama daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku wek Tevgera Azadî ew di vê baweriyê de ne ku eger îradeya avakirina hêza hevbeş û sekinandin li hemberî DAÎŞ’ê hebe wê tunekirina çeteyan hêsan be û wiha hat domandin; “Ev yek bi têgihîştineke siyasî, hizbî û herêmî pêkan dibe, heya ku koka DAÎŞ’ê neyê qelandin wê tim metirsî li ser gel  hebe, her wiha karteke siyasî û zextê yê herêmî ye li dijî gelê Kurd ku kengê bixwazin ji bo tunekirin û guhertina demografiya erdnîgariya Kurdistanê bi kar tînin.

Lewma em daxwaz li hemû hêz û aliyan dikin ku hêzên xwe ji bo qelandina koka DAÎŞ’ê û parastina canê xelk û gundiyên bêguneh bikin yek.”

Hisên her wiha îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê û şehîdkirina fermandareke YBŞ’ê kir û got, “Ji bilî ew êrişên ku DAÎŞ li herêmê pêk tîne, dewleta Tirk jî bi heman şêwazî li Şengalê êrişî welatiyên sivîl dike. Di êrişa dawî ya Tirkiyê de û armanckirina fermandarekî YBŞ’ê ku bi xwe û zarokên wî bûne hedef, sedema pêkhatina wê êrişê bêhelwestiya her du hikumetên Herêma Kurdistan û Iraqê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de li ser navê Tevgera Azadî hate gotin ku ew wek Tevger bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin û ew daxwaz hat kirin, “Daxwaz ji hemû gelê Iraqê dikin ku li hemberî wan êrişan yekgirtî bin, ji ber ku yekane rêya pêşîgirtina kiryarên terorîstî, yekgirtin û avakirina hêzeke hevbeş e ji bo parastina can û hemû milk û malên welatiyên herêmê ye.”