Sê şoreşger, sê mirovên resen…

Rêwiyên rastiyê Alî Kanîroj, Xemgîn Amed û Helgûrt Bagok hem di karên çapemeniyê de hem jî di jiyana gerîlatiyê de bûn mînak û pêşeng ji gel û hevrêyên xwe re.

Alî Kanîroj, Xemgîn Amed û Helgurt Bagok hemû ji bajarên cuda yên Kurdistanê ne. 3 şoreşgerên nemir in. Ew bi salan ji çiyê ber bi çiyayek din ve geriyan û xwe li çiyayên Kurdistanê girtin. Di destekî wan de çek û di destê din de jî kamera hebûn. Bûne wijdanê çiyan, bûne zimanê gerîla û bîra dîrokê. Di her kêliya jiyana xwe de têkoşiyan û bûn şopdarên lehengan Xelîl, Armanç û Arjînan. Bûne dîrok, bûne fedaiyên gel û welatê xwe.

Mehmet Reşît Turgut di sala 1985'an de li gundê Şîşemzînê yê Geverê di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Mehmetê ku di zarokatiya xwe de dibe şahidê zilm û zordariya dewletê, di temenê xwe yê biçûk de dikeve nava nakokiyan. Dema Mehmet diçû dibistanên dagirkeran, rûyê rast ê dijmin dibîne û gelê Kurd ku çawa ji rastiya xwe dûr ketiye, baştir fêm dike. Mehmet ê ku li dijî vê dikeve nava lêgerînan û rêya têkoşînê digere, PKK’ê û Rêber Apo nas dike. Mehmet difikire ku cihê herî baş ji bo têkoşîneke xurt li dijî dagirkeran, çiya û jiyana gerîla ye û li ser vê bingehê biryar dide ku tevlî refên gerîla bibe. Çawa ku gelê Kurd li çiya xwe parast, Mehmet jî dibîne ku rêya herî baş a parastina gelê xwe û jiyana azad baweriya bi çiyayan e. Di xebatên xwe de jî hestên xwe yên welatparêziyê nîşan dide. Mehmet ê ku dema li Zanîngeha Wanê dixwend bi awayekî aktîf beşdarî xebatan bû, ji ber şêwaza xwe ya bi biryar, dilsoz û di her karî de serkeftî bû, heta sala 2005'an di nava xebatên bajêr de ma. Di sala 2005'an de dema vedigere gundê xwe, hîn dibe ku 2 gerîla şehîd bûne. Ev agahî kîn û hêrsa Mehmet a li hember dijmin gurtir dike û li ser vê bingehê di sala 2005’an de bi navê Alî Kanîroj derbasî çiyayên Kurdistanê Zagrosê dibe.

Çiyayên ku bi sedsalan bûne qadên berxwedan û têkoşîna Kurdan, êdî bibû hevrêyên Alî Kanîroj. Êdî Alî li çiyayên Kurdistanê parêzvanê gel û axa xwe ye. Ji bo azadiya Kurdistanê dibe gerîla. Alî piştî perwerdeya xwe ya leşkerî ya nû li herêma Zapê dît, diçe Navenda Biryargeha HPG'ê. Alî piştî ku xebatên xwe yên li navendê bi awayekî serketî pêk anî, piştre derbasî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bû. Alî tevî hevrêya xwe Arjîn beşdarî xebatên çapemeniyê dibe û ji bo jiyana gerîla, hevrêtiya gerîla û têkoşîna mafdar a gerîla ji cîhanê re bide nasîn, dixebite. Alî dema dest bi karê çapemeniyê dike, gerîla û derhêner Xelîl Dag jî nas dike. Alî yê ku ji Xelîl Dag perwerdehiya kamerayê girtiye, dixwaze her qada Kurdistanêf bikêşe. Piştî şehadeta Xelîl Dag Alî biryar dide ku li ser şopa wî bimeşe û xeyalên wî pêk bîne. Alî yê ku kameraya xwe weke çekek hildigirt û hewl dida her gavê jiyana gerîla bikêşe, çawa ku tiliya mirov li ser tetîka çekê be, yê wî jî li ser kamerayê bû.

Alî Kanîroj piştî 4 salan a xebatên çapemeniyê, ji bo perwerdehiyê bigire derbasî Akademiya Apollon dibe. Piştî perwerdeyeke serkeftî, bi destekî çek û di destê din de kamera ber bi herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê ve diçe. Alî di rêya Botanê de her kêliya gerîla û her tiştê ku dibîne dikêşe. Alî piştî derbasî herêma Botanê bû, bi coş beşdarî xebat û çalakiyan bû û xebatên xwe yên çapemeniyê jî berdewam kir. Ji fermandarên pêşeng ê gerîla Alî Kanîroj, piştî 5 salan li Botanê şer kir, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Alî Kanîroj ku li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dît, ji bo xebatên çapemeniyê bide meşandin derbasî Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê dibe. Alî li vir jî hem di qada leşkerî, bîrdozî û çapemeniyê de bû fermandar û gerîlayekî bi mînak. Di her kêliya jiyana xwe de ji bo hevrêyên xwe dibe çavkaniya hêz û moralê.

DI ZAROKTIYA XWE DE RASTÎ ÊRÎŞÊN DIJMIN TÊ

Xemgîn Amed (Yildiray Arslan) weke zarokê malbateke welatparêz a Amedê çavên xwe li cîhanê vedike. Xemgîn Amed ku di nava hawîrdoreke welatparêz de mezin bû, di zarokatiya xwe de rastî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk hat. Ji ber ku gelê Kurd bi polîtîkayên qirkirinê yên dijmin re rû bi rû maye, bandoreke mezin li Xemgîn dike. Xemgîn ê ku dikeve lêgerîna ka çima gelê Kurd rastî van êrîşan tê, di encama lêgerînên xwe de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Xemgîn ku yek ji ewladê gelê Kurd e û zilm û qetlîamên dewleta Tirk qebûl nake, di xebatên civakî de cihê xwe digire. Xemgîn ê ku ji ber xebatên xwe ji aliyê dijmin ve hat şopandin, biryar dide ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bidomîne û di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla dibe.

Xemgîn Amed ji bo ku bi hemû hêza xwe li dijî dijmin şer bike, xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi pêş dixe da ku têkoşînek bi bandortir bimeşîne. Xemgîn Amed ku li herêma Metîna perwerdeya şêrvaniyê dît, piştre derbasî Akademiya Çapemeniyê ya Şehîd Gurbetellî dibe. Piştî ku perwerdehiya xwe bi serkeftî diqedîne, li çapxaneya Azadî dixebite. Piştre derbasî herêma Qendîlê dibe û demekê li wir pratîkê dike û di nava xebatên Komîteya Şehîdan a PKK’ê de cih digire. Xemgîn Amed ê ku di sala 2016'an de derbasî herêma Xakûrkê bû, li vir xebatên leşkerî dimeşîne. Xemgîn Amed ku ji bo têkoşîneke xurtir bimeşîne derbasî Akademiya Şehîd Îbrahîm Apollon bû, piştî perwerdehiya serkeftî derbasî Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG'ê bû. Xemgîn Amed ku bi hevrêyê xwe Alî Kanîroj re di nava xebatên çapemeniyê de cih digire, di tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê de her tim xwe pêş dixe.

EW BÛN PÊŞENG Û MÎNAK

Ev der welatê lehengan, têkoşerên azadiyê û warê mirovên serhildêr ê çiyayên Kurdistanê ye. Ev ax bi xwîna şehîdan tên avdan. Ev çiya jiyanek bê têkoşîn qebûl nake. Her lehengekî li vir jiyanek bi rûmet hilbijart û bûn rêwiyên heqîqetê. Wan lehengan heman hest, êş, kêfxweşî û hêviyên xwe parve kirin. Jiyan bi wan xweş bû, bi wan re watedar bû. Helgurt Bagok (Celal Ozluk) yek ji wan rêwiyan bû. Heval Helgurt ku di nava malbateke welatparêz de li Nisêbînê ku yek ji navçeyên berxwedêr ên Kurdistanê ye ji dayik bû, ji ber ku di nava welatparêzî de mezin bû, di temenê xwe yê biçûk de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir.

Lê belê di wî temenî de rastiya dijmin jî nas dike. Helgurt Bagok ku polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk red dike, êş û azarên gelê xwe di ciwaniya xwe de dibîne û biryar dide ku weke ciwanekî Kurd berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Li ser vê bingehê Helgurt Bagok ê di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû, ji hevrêtiya gerîla ya li çiyayên Kurdistanê gelekî bandor bûye. Helgurt ê ku ji bo bibe milîtanekî fedaî yê Apoyî her tim dihizire, di her kêliya jiyana xwe de azadiya welat û gelê xwe difikire. Helgurt Bagok ku ji bo di têkoşîna xwe de encameke serketî bi dest bixe, her tim xwe pêş dixe, li çiyayên Kurdistanê di nava xebatên çapemeniyê de cihê xwe digre û gerîlatiyê dike. Helgurt Bagok tevî hevrêyên xwe Alî Kanîroj û Xemgîn Amed ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistan derbasî dîrokê bibin bi hemû hêzên xwe hewl didin û dixebitin. Helgurt Bagok ku bi nêzîkatiya xwe ya jidil bala hevrêyên xwe dikişîne, dibe milîtanekî Apoyî yê ku hêz û moral dide.

Sê şoreşger, sê mirovên resen. Di sala 2018’an de di encama êrîşa hovane ya dewleta Tirk de tevlî karwanê şehîdan dibin. Sê hevrêyên ku lêgerînvanên heqîqetê ne, hem di xebatên xwe yên çapemeniyê de, hem jî di jiyana xwe ya gerîla de, ji gel û hevrêyên xwe re bûne mînak û pêşeng.