Saziyên civaka Êzidî li dijî êrişên li Şengalê bang kirin

Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişa dewleta Tirk a li Şengalê şermezar kir û ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker bang kirin.

Li dijî êrişa bi balafirên şer a artêşa Tirk a li dijî Şengalê saziyên civaka Êzidî daxuyaniyeke hevbeş weşandin.

Daxuyanî bi navê Meclîsa Şengalê ya dervayê Welat MŞD, Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî SMJÊ, Navenda Yekitiya Komelên Êzîdî NAV-YEK, Yekitiya Êzîdiyên Suriyê YÊS, Hevgirtina Ciwanên Êzîdî HCÊ, Koordînasyona Meclîsên Gûndên Êzîdî ya Bakûrê Kurdistanê KMGK, Navenda Çanda Êzîdxan NÇÊ hate weşandin û êriş a li ser Şengalê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îro serê sibê dewleta dagirker a tirk bi balafirên şer êrişê gundê Dugirê yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê kir. Tê zanîn ku beriya niha heman hêza dagirker li Xanesorê êrîşên namerdane li dijî Êzîdiyan pêk aniye. Di encama wê de kuştî û bîrîndar hebûn. Li gorî agahiyên herêmê tê gotin ku di encama vê êrişa hawayî de kuştî û bîrîndar hene lê hîn agahiyên zelal ber dest nîne. Ev êrîş girêdahî êrişên li Xanesorê ye û rasterast bi hedefa valakirina û dagirkirina Şengalê li dijî Sîvîlan pêk hatiye.

Êrişa çeteyên DAÎŞ ya li dijî wargeha Êzîdiyan di sala 2014'dan ne tenê felaketek mirovî bi xwe re anî. Armanca qirkirina 2014'an tunekirina civaka Êzîdî û ola resen a kurdîtî bu. Hewl dan li Efrînê û Serêkaniyê ango li her devera ku Êzîdiyek lê ye, vê fermanê bi encam bike. Ji ber vê jî tehlûkeya qirkirinê li ser civaka êzîdî hîn didome. Ruxmî vê di van 5 salên bihurî de civaka Êzîdî li Şengalê û Rojava ji bo parastina nirxên xwe û xurtkirina vîna xwe di warê rêxistinî de gavên girîng avêtin. Dewleta dagirker a Tirk hewl dide bi êrişên xwe yên hovane civaka Êzîdî bê parastin û bê nasname bihêle.

Erdogan hebûn û azadiya Êzîdiyan bi tû awayî tehemûl û qebûl nake!

Sazî û dezgehên Êzîdiyan bi gelek caran bal kişandine ser tehlûkeya vê qirkirinê ku dewleta dagirker a Tirk bi çeteyên DAÎŞ ê li dijî Êzîdiyan û îradeyên wan yên siyasî û xweparastinê him li Rojava û Şengalê dimeşîne. Lê tevî vê ne hikumeta Almanyayê ne jî Yekitiya Ewrupayê li dijî endamê xwe yê NATO yê tû helwest rave nekirin. Hîn bêhtir siyaseta sê meymûnan 'nabîne-nabihîze-naaxive' dimeşîne. Tevî ku gelek hevdîtinên dîplomasiyê hatin kirin, di serî de bi hikumeta Almanyayê û Netewên Yekbuyî di bêdengiya xwe de, yê ku tê wateya hevkariyê, ferz dikin. Em bang li tevahî hêzên demokrat û saziyên sivîl û jinan, di serî de li Netewên Yekbuyî dikin li dijî kuştina Êzîdiyan û hewldana dagirkirina Şengalê bêdeng nemînin, bibin xwedî helwest û dawî li van êrişan bînin!"

DAXWAZÊN CIVAKA ÊZIDÎ

Di daxuyaniyê de bi navê saziyên civaka Êzidî ev daxwaz hatin kirin:

"1. Xeta hawayî li ser Şengalê û Rojava ji Tirkiyê re bê girtin
2. Dawî li qirkirinê li Şengalê û Rojava re were anîn!
3. Çeteyên DAÎŞ ê û Erdogan li pêşberî dadgeha navnetewî ji ber suçên şer werin darizandin!
4. NY bi komîsyonek serbixwe a lêkolînê derbasî qada Şengalê û Rojava bibin û êdî Statuya ji van herêman mîsoger bikin!

Li ser van bîngehan em taybetî bang li civaka êzîdî û tevahî kesayetan dikin, bi rihê tifaqê û yekitiyê ji bo parastina û xwedîlêderketina nirxên olî û çandî tevlî çalakiyên şermezarkirinê bibin."