Sarisaç: Zindanan timî pêşengî ji şoreşê re kirin

Parlamenterê HDP'ê Mûrat Sarisaç ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser zextên li girtiyan tên kirin û got, girtîgehan timî pêşengî ji şoreşan re kirine.

Yek ji parlamenterên HDP'ê ku ji 8'ê Adarê ve li avahiya HDP'ê ya Amedê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Mûrat Sarisaç e. Sarisaç li ser berxwedana greva birçîbûnê axivî û diyar kir, "Çalakiya ku bi Leyla Guven re berî 140 rojî dest pê kir, li girtîgehan hemûyan belav bûye. Tê gotin ku zêdeyî 5 hezar kes di greva birçîbûnê de ne. Çalakî ne tenê li zindanên Tirkiye û Kurdistanê tê kirin, niha li çar aliyên dinyayê belav bûye. Hem li çar parçeyên Kurdistanê, hem jî li bajarên Ewropayê û gelek welatan grevên birçîbûnê didomin. Grevên birçîbûnê ne tenê ji bo şexsekî ye. Em ji destpêkê ve dibêjin; tecrîdkirina Birêz Ocalan dewama qirkirina gelê Kurd e."

Sarisaç destnîşan kir ku ji ber vê rastiyê, greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kiriye rêbazeke pîroz a têkoşînê ye.

Parlamenter Sarisaç da xuyakirin ku pirsgirêkên li welêt hemû têkiliya xwe bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd ve heye û got, "Hikumet niha pirsgirêka Kurd dike bahane û şîdetê weke amûrekê bi kar tîne. Amûra şîdetê wê ne tenê li dijî Kurdan be, wê li dijî her beşên civakê bê bikaranîn. Zindanan her tim pêşengî ji şoreşê re kirine. Îro jî pêşengiyê ji serhildana li dijî zilmê re dikin.

Dema ku mirov bala xwe bidin ser 3 salên dawî yên girtîgehan wê were dîtin ku bi mirovên mafên wan hatine desteserkirin ve hatine dagirtin. Niha herî kêm 5-6 hezar rêveberên HDP'î girtî ne. Em qala serdemên berê nakin, qala vê dema dawiyê dikin. Piraniya van hevrêyên me ji ber ku zilma niha li derve tê kirin qebûl nekirin hatin girtin. Hevalên me yên herî zane, herî rêxistinbûyî niha girtî ne û hemû jî di çalakiyê de ne, serî hildane."