Sarisaç: Li dijî vîna bi milyonan kesî darbe pêk hat

Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, tayînkirina qeyûman weke bê çarebûna AKP-MHP’ê binav kir û diyar kir ku li dijî vîna milyonan darbe pêk hatiye. 

Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, desteserkirina şaredariyan nirxand.

Sarisaç anî ziman tifaqa AKP-MHP’ê  ji ber ku dît di meha Tebaxê de li Kurdistanê serkeftinê bi dest nexe, weke sala 2016'an qanûnên xwe binpê kir û berê xwe da destkeftiyên gelê Kurd. Sarisaç da zanîn ku piştî hilbijartinên 31’ê Adarê rayedarên AKP’ê gef li şaredariyên wan dixwarin û wiha axivî: “Ji ber ku tifaqa AKP-MHP’ê li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin, li her alî êrîşî gelê Kurd û siyaseta wê dike. Ji bo vê yekê jî qeyûm tayîn kirin û weke sala 2016’an qanûnên xwe binpêkirin. Piştî hilbijartina Stenbolê hate betalkirin û vir de tevahiya dinyayê dît ku tu polîtîkayên şer bi ser nakeve. Li gel hemû êrîşan rejîma AKP-MHP’ê rastî berxwdana gelê Kurd hat. Hemû êrîşên li ser Kurdan vale hatin derxistin. Gelên Tirkiyeyê di 23’ê Hezîranê de AKP-MHP hişyar kir û dersa demokrasiyê da. Ne tenê gelê Tirkiyeyê, rewşenbir û siyasetmedarên AKP’ê bi xwe jî li hemberî vê rejîmê serî rakir û ji siyaseta wan ya têkçûyî re gotin, bes e.”

‘AKP NIKARE WELAT BI RÊVE BIBIE’

Sarisaç, tayînkirina qeyûman weke bêçarebûna AKP-MHP’ê binav kir û wiha pê de çû: “Tayînkirina qeyûman darbe ye. Ji bo pêşîligirtina vê yekê, divê li Kurdistanê tifaqa neteweyî bê pêşxistin û bi gelên Tirkiyeyê re eniyeke berfireh a demokrasiyê bê avakirin.  AKP’ê li dijî Kurdan şer îlan kiriye û pêngava vê yekê jî di civîna MGK’ê ya 30 Cotmeha 2014'an de da destpêkirin. Berî 17 salan AKP’ê bi îdiayên weke dê pirsgirêka Kurd çareser bike û bi polîtîkayên xapandina civaka Tirkiyê hate li ser îxtidarê. Piştî rûyê rastin yê AKP’ê hate dîtin yek çarê ji binî de AKP rûxiya û niha bêçare ye. Ji ber bê çarebûnê êrîşî deskeftiyên Kurdan dike. Niha li Tirkiyê kaosek mezin tê jiyankirin. AKP’ê Tirkiye xistiye rewşa girtîgehek vekirî û li her herêmê alozî û rageşî heye. Tu mafên jiyanê yên domkratîk tuneye û divê rewşê de AKP nikare welat bi rêve bibe.”

‘GEL ÎRADEYA XWE NÎŞAN DA’

Sarisaç anî ziman ku dewlet neçare ku hebûna gelê Kurd qebûl bike û wiha dirêjî d axaftina xwe: “Gelê Kurd her tim têkoşîna pêkvejiyanê da û me her tim hewl da ku di nava heq û edaletê de cih bigirin. Me xwest ku li gorî hiqûq û nirxên demokrasiyê tevbigerin. Rewşên di qanûnan bingehîn de hatine destnîşankirin ji hêla me ve pir zelal in. Em mafên xwe dizanin û em ê van mafên xwe jî heta dawiyê bikarbînin.  Em Kurd; weke kesên wekhev, azad û bi edalet û weke hemwelatiyên ku di pêvajoyên vî welatî cih digirin û di pêşeroja vî welatî de xwedî ked jî îradeya xwe aşkera dikin. Tevî bêhiqûqiyên mezin jî di serî de li Wan, Amed û Mêrdînê di hilbijartinê de bi rêjeyeke bilind me şaredariyên xwe bi dest xist û gelê Kurd îradeya xwe nîşan da.” 

'ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GEL TI CARÎ BI SER NAKEVIN'

Sarisaç tundiya polîsan ya li dijî xwepêşandan rexne kir û wiha got: “Ev tundî, bêhiqûqî û êrîşkarî ne ya qebûlkirinê ye. Her kesên alîgirê mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê divê li dijî vê tundiyê û yên ku fermana vê tundiyê didin çalakiyan bikin û li dijî desteserkirina şaredariyan têbikoşin. Em ji desthilatdariya AKP-MHP re dibêjin ku li her santîma şaredariyên me ku hûn pêşkêşî alîgirê xwe dikin, keda bi milyonan mirovên me heye. Tu êrîşa li dijî bi milyonan mirovî bi sernakeve. Ev kîn, nefret, zilma ku hûn li hilbijêrên HDP'ê, li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin wê bike ku hûn zûtir bi dawî bibin. Teqez em ê bi serbikevin û em ê şaredariyên xwe ji talankaran re nehêlin."