Sancar û parlementer li Wanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlementer, li Wanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlementerên pê re ji bo ku biçin Meşa Demokrasiyê ya li Colemêrgê li Wanê bi govend û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.

Girse li balefirgehê çûn pêşiya Sancar. Sancar û heyeta pê re di bin ablûkaya polîsan de çûn avahiya partiyê û derbarê meşa ku wê sibê were kirin, gotûbêj kirin.

Polîsan gef li girseyê xwar û xwest govend bi dawî bibe.

Sancar û parlementerên HDP’ê piştre ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin.

HDP wê sibê saet di 10’an de li Colemêrgê Meşa Demokrasiyê bide destpêkirin.