Sancar: Ji bo demokrasiye divê hemû kes werê cem hev

Ligel ku li dijî baskê meşa “Li Hemberî Darbayê Meşa Demokrasiyê” ya ku ji Colemergê destpêkiribû û li Wanê rastî êrîşkirina polîsan hat heyet bi coş hate pêşwazîkirin.

Baskê meşa “Li Hemberî Darbeyê Meşa Demokrasiyê” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP’ê) gihişte Wanê. Heyeta ku di nav wan de, Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Bedran Ozturk, Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP’ê) Salîha Aydenîz, Berdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP’ê) Canan Yuce, pêkhateyên HDP’ê û parlementerên HDP’ê ber bi Rêxistina HDP’ê ya Bajêrê Wanê ve meş pêkanîn.

BI COŞ PÊŞWAZÎKIRIN

Heyeta ku li pêşiya avahiya rêxistina HDP’ê a bajêr bi coş pêşwazî pêkanî, dema derbasbûna hindûrê avahiyê polîsan girseya ku heyet pêşwazîkir astengkir û nehêlişt bikevê hindirû. Li dijî vê astegkirinê parlementer jî li ber deriyê avahiyê sekinîn. Li ser sekna parlementeran gel derbasî avahiyê bû. Li hewşa avahiyê Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar axafitinek kurt da. Sancar tekez kir ku divê her kes ji bo demokrasiyeke ku hêjayî kerameta mirov û pergalekî mirovî be li kêleka hevudu cih bigire. Her wiha bi silavkirina Hevşaredara Bajarê Mezin Wan Bedîa Ozgokçe ku li şûna wê qeyyum hatiye avêtin axaftina xwe bidawî kir.

Piştre Hevserokê Giştî yê SYKP Canan Yûce, axifî û diyar kir ku HDP rengê Tirkiyê ye û îro wê ji Colemêrgê heya Edîrneyê tevahî rengan li Enqereyê bigihîjin hev. Yûce axaftina xwe domand û got: “Em dizanin ku wê ev erdnigarî me hembêz bike û em dizanin ku me tevî zextên desthilat qezenc kir û emê dîsa qezenc bikin. Faşîzma li Tirkiyê her ku diçe sazimanî dibe. Bloka AKP û MHP ji bilî xwe naxwazin dengê tu kesî bibihîsin. Desthilatê ku krîza Koronayê weguhert firsendekê hê jî mafê kedkaran xesb dike. Em ê li hemberî desthilat berxwedaniya xwe bidomînin. Vînên me yên li girtîgehan silav dikin. Em ê wana bi deh hezaran pêşwazî bikin.”

Yûce dazanîn ku di 7’ê Hezîranê de tevahî civakê kir ku HDP qezenc bike, desthilat piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê êrîşên xwe li ser HDP û civakê zêdetir kiriye. Yûçe axaftina xwe wiha domand: “Em ji Edîrneyên heya Zapê vê peyamê didîn: Em ê îcazê nedin derbeyê, em ji bo avakirina demokrasiyê têbikoşin. Hemû hêzên demokrasiyê vedixwînin da ku li hemberî bloka AKP-MHP’ê helwesteke hevbeş nîşan bidin. Em ê 20’ê Hezîranê li Enqereyê bin lê meşa ku pêk tînin wê dirêj biajo.”

Merasîm piştî axaftinan bi çepikan bi dawî bû.