Salvegera damezrandina Meclîsa Avaker a Şengalê hat pîrozkirin

Salvegera duyemîn a damezrandina Meclîsa Avaker a Şengalê li Xanesorê hat pîrozkirin. Rayedarên saziyên Şengalê banga yekîtiyê li civaka Êzidî kirin.

Ji bo pîrozkirina 2. salvegera damezrandina Meclîsa Avaker a Şengalê, li bajarokê Xanesorê yê Şengalê duh çalakiyek hat lidarxistin. Pîrozbahî ji aliyê Meclîsa Avaker ve hat organîzekirin. Nûnerên Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Mala Êzidiyan, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidiyan (TAJÊ), Meclîsa Ciwanên Şengalê, gelek oldar û şêniyên herêmê tevlî bûn.

Pîrozbahiyê li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih axivî û got, "Weke civaka Êzidî em îro gihîştine qonaxekê. Meclîs, partî, hêzên me yên asayîşê û leşkerî ava bûne. Êdî bes e, ku hin kesên din çarenûsa me diyar dikin. Em ê êdî çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin."

Xidir Salih bal kişand ser fermana ku li civaka Êzidî rabûye û bi israr banga yekitiyê li Êzidiyan kir. Salih wiha pêde çû: "Heya îro jî bi sedan dayik û xwişkên me di destê DAIŞ'ê de ne û li bazaran tên firotin. Yekane rêya rizgarkirin û azadkirina dîl girtiyên me yekîtiya me ye. Eger em îro yekitiya xwe ava nekin û dayikên xwe ji destê çeteyan rizgar nekin, gunehkarê wan dayîkan em bi xwe ne. Em di yekitiyê de bi israr in. Ji ber ku em nebin yek, wê fermanên din jî li me rabin."

Di dawiyê axaftina xwe de Xidir Salih ev bang li civaka Êzidî kir, "Werin em bibin yek dest û deng. Êdî derman û bijîjkê me tenê yekitî ye. Yê ku me xilas bike, yê ku xweseriya Şengalê bîne û dawî li fermanê bîne yekitiya me Êzidiyan e."
 
Piştre li ser navê Koordînasyona Civak Êzidî Elî Saçik axivî û salveger li civaka Êzidî pîroz kir.

Her wiha li ser navê TAJÊ, PADÊ, Heyva Sor a Kurd li Rojava, Komiteya Malbatên Şehîdan, Kampa Newroz, Asayişa Êzidxanê, Yekitiya Koordinasyona Nîştimanî ya Êzidiyan, peyam xwendin û salvegera Meclîsê pîrozkirin. Peyama hemû sazî, partî, rêxistinan banga yekitiya Êzidiyan û xweseriya Şengalê bû.
 
Di dawiyê de li ser ferman û êşa Êzidiyan helbest hatin xwendin û pirozbahî bi dirûşmên 'Bijî Êzidxan' bi dawî bû.