Salih Muslim: Wê Astana serkeftî nebe
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku civîna Astana ya ku ji aliyê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ve li darxistin, komployekî navneteweyiye û wê serkeftî nebe.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku civîna Astana ya ku ji aliyê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ve li darxistin, komployekî navneteweyiye û wê serkeftî nebe.
Hevserokê PYD′ê Salih Muslim di 2'emîn kongreya PYD′ê de ku li bajarê Dirbêsiyê hat lidarxistin, axivî û got civîna Astana ya ku wê li demeke nêz de were lidarxistin, lîstokeke navneteweyî û bi ser naveke.
Salih Muslim têkildarî hevdîtinên Tirkiye, Rûsya û Îranê jî ev tişt anî ziman: ″Ev alî dixwazin li Sûriyeyê bigihêjin berjewendiyên xwe. Ev yek nakeve xizmeta berjewendiyên gelê herêmê. Dûrxistina me ji civîna Astana yek ji vê planên ye, ji ber ew dizanin ku xwesteka me azadî û avakirina Sûriyeke demokratîk e.″
Muslim, bi bîr xist, heta ku li ser vê xakê bijîn, kes nikare biryaran li ser siberoja wan bigirin û wiha pê de çû: ″Armanca me ew e ku gel bi xwe bibe xwe xwedî biryar û çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.″