BI DÎMEN

Şakir û Ebdullah bûn Hevserokên Tevgera Azadî

Di Kongreya 2. a Tevgera Azadî de, ji bo Hevserokatiyê dîsa Şîlan Şakir û Mihemed Ebdulllah hatin hilbijartin.

Ji bo Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, ku di 17’ê Cotmeha 2014'an de hat damezrandin, Şîlan Şakir û Mihemed Ebdullah weke Hevserok hatin hilbijartin.

Kongreya duyemîn a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, duh saet 09:00’an de li hola Dêrîn a bajarê Silêmanî dest pê kir û îro jî dewam dike. Şîlan Şakir û Mihemed Ebdullah careke din weke Hevserokên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hatin hilbijartin.

Şîlan Şakir bi 208 ji 216 dengan û Mihemed Ebdullah jî bi 209 ji 216 dengan bûn Hevserok.